Platfroma Jinên Kurd a Yekgirtî: Gefxwarina li dijî Êzidiyan didome

  • 11:28 3 Tebax 2022
  • Rojane
AMED - Platfroma Jinên Kurd a Yekgirtî têkildarî salvegera Komkujiya Şengalê daxuyaniya nivîskî weşand. 
 
8 sal berê li Şengalê bi êrişa DAÎŞ'ê bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin. Platfroma Jinên Kurd a Yekgirtî têkildarî salvegera Komkujiya Şengalê daxuyaniya nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin gefxwarina li dijî Êzidiyan didome.
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin:"Di 3'yê Tebaxa 2014'an de civaka Êzidî bi êrişa DAÎŞ'ê rû bi rû ma û komkujî pêk hat. Êzidî ji ser axa xwe ya pîroz hat sirgunkirin. Jin û zarokên Êzidî li ber çavên cîhanê êşeke mezin kişandin. Jinên Êzidî li bazaran hatin firotin. Gefxwarina li dijî Êzidiyan didome. Em di salvegera 3'yê Tebaxa 2014'an de yên jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr tînin. Ji bo gefxwarina li ser Êzidiyan rabe em bang li Neteweyên Yekbûyî û yên din ên navneteweyî dikin ku peywir û berpirsiyariya xwe bînin cih."