Piştî nûçeya ajansa me derman danê

  • 09:04 3 Tebax 2022
  • Rojane
Marta Somek
 
STENBOL - Girtiya nexweş Ayfer Çîçek ku dermanên wê nayên dayîn, di peyama ku ji ajansa me re şandiye de da zanîn ku piştî nûçe hatiye çêkirin û zexta rayagiştî dermanên wê hatine dayîn.
 
Li gorî daneyên ÎHD’ê 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her diçin zêde dibin û bi taybet di pêvajoya dawî de întîxar û mirinên biguman zêde bûne. Hema hema her hefte agahiya mirina girtiyekê tê û her wiha bi raporên ATK’ê yên ji bo girtiyên nexweş tên dayîn û tê gotin dikarin girtî bimînin, jî girtî terkî mirinê tên kirin. Girtiya bi navê Ayfer Ayçîçek jî yek ji girtiyên nexweş a giran ku bi salane di bin tecrîdê de ye.
 
Lêgerîna tazî û îşkence
 
Ayfer di 2007’an de li Edeneyê tê girtin û li gorî daneyên ÎHD’ê Ayfer yek ji girtiyên nexweş ên giran a girtîgehên Marmarayê ye. Ayfer bi îdiaya endamtiya rêxistinê hat darizandin û 22 sal û 11 meh ceza lê hat birîn. Ayfer niha li Girtîgeha Tîpa M ya Jinan a Gebzeyê girtiye. Ayfer di pêvajoya girtinê de gelek caran bi îşkence û destdirêjiyê re hat rû hev. Ayfer ku 8 mehan tenê di hucreya yek kesî de hat girtin surgunî gelek girtîgehan hatiye kirin û li her derê jî binpêkirina maf jiyaye.
 
 Doz lê hat vekirin
 
Ayfer ji ber şertên girtîgehê pirsgirêkên psîkolojîk jiyaye û pêvajoya li girtîgeha Alanyayê bû tenduristiya wê nebaş bû û bi sûcdariya ‘zirar daye malê cemaweriyê’ doz lê hat vekirin. Piştre surgunê girtîgeha Jinan a Gebzeyê hatkirin û mehek û nîvê li Nexweşxana Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sînîr û Tenduristiya Rûh a Bakirkoyê hat dermankirin. Ayferê li wir gelek binpêkirina maf jiya. Ayfer demek din neçar ma dermanan bi kar bîne û bi moral û motîvasyona hevalên xwe li ser piya ma. Her wiha Ayferê qet serî li ATK’ê jî neda.
 
Cezayê dîsîplînê
 
Ayfer ji ser şertên girtîgehê bi vê nexweşiyê ket û du sal û nîvan bi rêk û pêk antîdepresan bi kar anî û ligel vê 4 dermanên din bi kar anî. Girtiyên di vê rewşê de divê bi tu awayî girtî nemînin. Ayferê di 22’yê Tîrmehê de peyamek şand ajansa me û got memûrên girtîgehê dibêjin ku li ber çavên me derman bixwe. Ayfer ku ev pêkanîn qebûl nekir, dermanên wê nedanê û îşkenceya psîkolojîk lê kirin. Ayferê diyar kiribû ku ji ber li ber memûrên girtîgehê dermanên xwe nexwariye du meh cezayê dîsîplînê danê. Ayferê dîsa peyam şand û diyar kir ku piştî nûçeya ajansa me çêkiriye şûnde ji ber avabûna zexta rayagiştî dermanên wê hatine dayîn û ji bo ajansa me spasiyên xwe kir.