ROJEVA 03'YÊ TEBAXA 2022'YAN

  • 09:00 3 Tebax 2022
  • Rojev
*Têkildarî salvegera fermana 3'yê Tebaxa 2014'an a ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve bi ser Êzidiyan de hat Berdevka Têkiliyên Derve ya TAJÊ Suham Şengalî bal kişand ser yekîtiya Gelê Kurd û wiha got:"Encax bi yekîtî û hevgirtinê dawî li fermanên li ser Êzidiyan bê."
 
*Rêvebera HDP'ê ya Cizîrê Songul Kuçuk nêzikatiya li hemberî Salîha Aydenîz nayê qebûlkirin û got: "Desthîlatdariya AKP-MHP’ê ji pergala hevserokatiyê aciz e lewma êriş dike." Rêverbera MED TUHAD-FED'ê ya Cizîrê Meryem Eşkara jî da zanîn ku îqtîdar ji hêz û vîna jinên kurd ditirse û naxwaze jin di siyasetê de pêş bikevin. BI DÎMEN 
 
*Hevseroka Pena Kurd Anîsa Caferîmehr têkildarî hezkirina xwe ya ziman û wêjeya kurdî dike û dibêje: "Ji bo vê hezkirinê ez 2 caran ji aliyê rejîma Îranê ve hatim girtin. Ji ber gef û zextên li ser me dihatin kirin em koçberî Elmanyayê bûn. Çi dibe bila bibe divê em zimanê xwe bidin jiyîn û pêşve bibin. Li vir jî di PENa Kurd de em xwe pêş dixin û hevdu pêş dixin." DÎMEN HEYE
 
*Girtiya nexweş Ayfer Çîçek ku dermanên wê nayên dayîn, di peyama ku ji ajansa me re şandiye de da zanîn ku piştî nûçe hatiye çêkirin û zexta rayagiştî dermanên wê hatine dayîn.
 
*Jinên li taxa Sixkê ya Wanê bi awayekî komunal mişmişan kom dikin û hişk dikin, difroşin û piştgiriyê didin aboriya xwe. BI DÎMEN 
 
*Jinên li Peyasa Amedê esnaftiyê dikin diyar kirin ku ji bo kargehên xwe li ser piyan bigirin serî li krediyan dane û bi zor dawiya mehê tînin. BI DÎMEN 
 
*Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun ji bo mîtînga HDP’ê ya bi dirûşma ‘Çareserî ligel me ye ji Şer û Binpêkirinê re Na’ ya wê li Amedê li Qada Îstasyonê pêk bê bang kir û got ji bilî têkoşînê rêyeke din tune ye. BI DÎMEN 
 
*Seroka EMEP'ê ya Enqereyê Şukran Dogan diyar kir ku Çevik Bir hatiye tehliyekirin lê belê Aysel Tugluk hîn di girtîgehê de ye û wiha got:"Dewlet kesên ji bo wê dixebite, her çiqas 'sûcdar' îlan bike jî bi temamî navêje koşeyekê, tim deynê xwe yê wefayê dide."Ji parêzerên Doza Kobanê Nuray Ozdogan jî bi lêv kir ku bi zorê, bi îşkenceyê parastin li Aysel Tugluk tê ferzkirin û got:"Em bûn şahidê polîtîkayên şer û ewlehiyê yên dewletê ya di darazê de. "