Kongra Star: Xweseriya Şengalê nas bikin

  • 16:18 2 Tebax 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi wesîleya salvegera 8’emîn a Komkujiya Şengalê ya 3’yê Tebaxa 2014’an Meclîsa Kongra Star daxuyaniyek da û got: "Em bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê û civaka navnetewî dikin ku qirkirina Şengalê nas bikin û xweseriya Şengalê bipejirînin." 
 
Meclîsa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera 8’emîn a Komkujiya Şengalê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
 
Daxuyaniya Meclîsa Kongra Star bi vî rengî ye:
 
“Wekî Meclîsa Kongra Star a Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em komkujiyê qirkirinê ya li dijî êzidiyên Şengalê ya 3’yê Tebaxa 2014’an, şermezar dikin. Çeteyên DAÎŞ’ê bi desteka dewleta Tirk xwestin koka Gelê Kurd ê resen biqelînin, çeteyan zêdetirî 5 hezar jin revandin û hîna jî aqûbeta gelekan ji wan nayê zanîn, bi hezaran jin, kalmêr û zarok jî li pêş çavên cîhanê hatin kuştin.
 
Komkujiya ku li dijî civaka êzidî pêk hat, bi lihevkirinên plankirî û piştevaniya yekser a hevalbendên çeteyên DAIŞ’ê yên herêmî û navneteweyî û di serî de dewleta Tirk û bi hevkariya PDK’ê û hin aliyên din, pêk hat.
 
Di salvegera 8’emîn a vê komkujiyê de, em hemû şehîdên komkujiyê bi rêzdarî bi bîr tînin. Ev komkujiya ku DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de kirî û civaka êzidî wê wekî fermana 73’yan bi nav dike, berdewamiya komkujiyên di dîrokê de li dijî gelê Êzidî pêk hatine bû. Armanc jê qirkirina Êzidiyan û tunekirina dîrok û çanda wan bû. Ji lew re, fermana 73’an di dîrokê de fermana herî mezin li dijî êzidiyan e. Lê ruxmî ku bi dehan komkujî û ferman li gelê êzidî rabûne, ew hîna li ser xaka xwe ne û hebûn, çand û baweriya xwe diparêzin.
 
Di salvegera komkujiyê de hikumetên Iraqê û Herêma Kurdistanê ji bo parastina êzidiyên Şengalê tiştek nekirin. Rêveberiya Xweser a Şengalê encama fedakariyên keç û xortên Êzidiyan bû, yên ku ji ber rêxistina terorîst û komkujiyên di dîrokê de li dijî wan pêk hatine, gelek êş û azar kişandin.
 
Em bang li NY, YE û civaka navneteweyî dikin ku qirkirina li dijî Êzidiyan di 3’yê Tebaxa 2014’an de û Rêveberiya Xweser a Şengalê nas bikin.”