Di Nobeda Edaletê de bal kişandin ser rewşa Aysel Tugluk

  • 16:11 2 Tebax 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Di roja 94'an a Nobeda Edaletê de xizmên girtiyan, daxwaza berdana girtiyên nexweş û Ayel Tugluk a ku bi nexweşiya demansê ye kirin. 
 
Nobeda Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan li Îzmîrê hatibû destpêkirin di roja 94'emîn de dewam dike. Xizmên girtiyan li ber Baroya Îzmîrê nobed domandin û berdilkên bi nivîsê "Deng bide zindanan","Ji bo girtiyên nexweş azadî" li xwe kirin. Nûnerên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Foçayê çûn serdana nobedê. 
 
Dayika Medet Sever ê li 1'emîn Girtîgeha T-1'ê ya Bandirmayê dimîne, Hanim Sever axivî. Hanimê got bila hemû girtiyên nexweş û Aysel Tugluk bên berdan. 
 
Hevseroka HDP'ê ya Foçayê Mukaddes Işik da zanîn gel hatiye dorpêçkirin û got tu roj tune ye ku sûcên li dijî mirovan nayê kirin, ji bo mafê darizandina adîl girtî têkoşîna xwe didomînin.