Sarinc, televizyon û pirtûk nadin rojnamevanên girtî

  • 12:18 2 Tebax 2022
  • Rojane
 
AMED - Sarinc, televizyon û pirtûkan nadin 16 rojnamevanên di 16’ê hezîranê de li Amedê hatibûn girtin. 
 
Li Amedê d 16’ê hezîranê de 16 rojnamevanên kurd bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin. Rojnamevan ji roja hatine girtin li girtîgehê bi binpêkirinên mafan re rûbirû dimînin. Rojnamevan Omer Çelîk ê li Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan a Ewlehiya Bilind ku tê ragirtin di hevdîtina li gel malbata xwe de behsa binpêkirinên mafan ku pê re rûbirû dimînin kir. 
 
Ronamevan Omer diyar kir ku li gel ev 2 meh in di girtîgehê de jî pirtûkên bo wan hatine şandin nedane wan. Omer anî ziman ku germahiya li girtîgehê pileya wê 42 dide nîşandan û tevî vê germe jî sarincê nadin wan û li gel daxwaz dikin jî televizyon jî nadin wan. 
 
Omer destnîşan kir ku rêveberiya girtîgehê ji wan re gotiye ew ê di hefteya ewil a meha îlonê de pirtûkên wan bidin wan û ji bo dayîna sarincê û televizyonê jî tu hêcet nehatiye nîşandan. 
 
Parêzerên rojnamevanan diyar kirin ku ew ê têkildarî mijarê serî li îdareya girtîgehê bidin.