'Armanca êrişên dewleta tirk, zindîkirina Mîsakî Mîlî ye'

  • 09:05 2 Tebax 2022
  • Rojane
 
Medya Uren-Derya Ren
 
NAVENDA NUÇEYAN - Rojnamevan Tewara Adil a li Başûrê Kurdistanê xebatê dike têkildarî êrişên dewleta tirk û bêdengiya hêzên din nirxandinên xwe parve kir û got: "Her kes ji bo berjwendiyên xwe bi Tirkiyeyê re di nava hevkariyê de ne. Ya ku nayê fêmkirin helwest û bêdengiya hukumeta Îraqê û PDK'ê ye. Ji vê êrişê yên ku herî zêde wê zirarê bibînin wê ew bi xwe bin. Axa wan di metirsiyê de ye. Di projeya avakirina dewleta nû ya Tirkiyeyê de em hemû tên tunekirin."
 
Artêşa dewleta tirk di 17'ê Nîsana 2022'yan de li ser herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê êrişa hewayî û bejahî da destpêkirin. Di êrişê de sivîl hatin qetilkirin, xweza hate talankirin û sûcên şer hatin kirin. Ruxmê vê yekê di serî de NATO û hukumeta Îraq û PDK'ê bêdeng man. Têkildarî êrişên dewleta tirk û hevkariya wan a bi hêzên ji derve re rojnamevan Tewara Adil bi ajansa me re nirxandinên xwe parve kir.
 
'Armanca êrişên dewleta tirk, zindîkirina Mîsakî Mîlî ye'
 
Tewara wiha dest bi axaftinê kir: "Dewleta tirk demeke dirêj e êrişên xwe li ser herêma Başûrê Kurdistanê dide meşandin. Ev êriş di dawiya salekê de jî hate bihêzkirin. Armanca van êrişan dagirkirina Kurdistanê û zindîkirina sînorên Mîsakî Mîlî ne. Xeyalên wan avakirina dewleta nû ya Osmaniyan e. Peymana Lozanê, ya bû sedema dabeşkirina Kurdistanê di Tîrmeha sala were de dikeve 100 saliya xwe. Her ku bidawîbûna Peymana Lozanê nêz dibe, dewleta tirk weke ku gavekê nêztirî armanca xwe dibin bi hovane tev digerin û êrişên xwe berfirehtir dikin. Êrişa ji Zap, Avaşîn û Metîna dest pê kir li her deverê Kurdistanê heta Şêladizê û Musilê berfireh bû. Ev ne tenê êrişeke leşkerî, êrişek li dijî sivîlan e jî. Erdnîgarî, xweza, cihwarên mirovan û bajar tên talankirin. Aborî, ragihandin û siyaseta xwe ji bo qirkirina çanda kurdan, bişaftina nasnameya wan û tunekirina wan didin bikaranîn. Bi tunekirina kurdan re dagirkirina Kurdistanê xeyal dikin. Komkojiyek mezin pêktê."
 
'Tirkiye ji NATO'yê hêzê digire'
 
Tewara bi lêv kir her çar parçeyên Kurdistanê heta hemû Kurd dibe armanca dewleta Tirkiyeyê ya li dijî her çar parçeyan şerekî mezin dide maşandin. Tewra wiha berdewam kir: "Li dijî êrişan hemû Kûrdistanî, heta kurdên Ewropayê bi xwepêşandanan, çalakiyan û meşan bertekên xwe nîşan didin. Bi taybetî li dijî qirkirina gelên li Kurdistanê bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya welatên Ewropayê û pêkhateyên parastina mafê mirovan dikin. Li vir ne tenê nîjadek, gelek nîjad tên qirkirin. Li her deverê kurd bi Suryaniyan, Asuriyan, Ereban û gelek nîştecihên din re bi hev re dijîn. Qirkirina gelan pêk tê û divê demildest were rawestandin. Lewra bêdengiya heyî ji xwe piştgiriya ji bo Tirkiyeyê tê dayîn diyar dike. Tirkiye endamê NATO'yê ye û van êrişan jî bi serê xwe nake. Ne tenê bê deng in li dijî wê piştgiriyê didin Tirkiyeyê. Tirkiye bi hêza ji wan digire re cesareta qirkirinê digire. Tirkiye ji NATO'yê jî hêzê digire."
 
'PDK'ê hevkariya xwe eşkere kiriye'
 
Tewara qala piştgiriya NATO'yê kir û destnîşan kir ku di aliyê navxweyî de jî îxanetek mezin tê kirin. Tewar wiha berdewam kir: "Bê guman ev êriş ne tenê bi piştgiriya pêkhateya NATO'yê ye. Îxaneta naveteweyî jî tê kirin. Hikumeta Başûr beriya niha bi awayekî ne fermî timî bi Tirkiyeyê re di nav hevkariyê de bû. Êdî PDK vê hevkariya heyî eşkere dike. Welatiyên li herêmên parastina Medyayê, herêma Gulnîşanekan û herêma Badînanê dijîn, bi xwe jî tînin ziman ku yên rêvekiriya Tirkiyeyê dikin û bi wan re dixebitin endamên PDK'ê bi xwe ne. Gelek welatiyên bûne şahidê bûyerên wan, tînin ziman ku kesên di nava leşkeran de cih girtine bi kurdî axivîne. Ev kurdên xwefiroş ên ji bo leşkerên tirk çavkanî ne endamên PDK'ê ne. Beriya niha mîtên Tirkiyeyê hatin gundê Bermîzê. Kesê wan pêşwazî kiriye niha parlementeriya PDK'ê dike. Ev kiryaran jî nîşan dide ku çawa hevkariya xwe eşkere dikin."
 
'Ciwan êdî neçarê koçberiyê dibin'
 
Tewara bi lêv kir sedema van piştgiriyan çi tirs, berjewendiyên kesî û hizbî bin jî nayên veşartin. Tewara bi van gotinan berdewam kir: "Em weke rojnamevan dixwazin têkildarî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Başûrê Kurdistanê nêrîn bigirin. Lewra têkildarê dagirkeriya tê kirin kes bi me re naaxive. Rast e siyasetmedar li ser ziman dibêje em êrişê naxwazin lê di fermiyetê de tiştekî jî nakin. Sedema vê yekê jî weke aborî tê nirxandin. Lewra rûxmê dewlemendiyên başûr gel di nav qeyranê de tê birêvebirin. Ciwan êdî neçarê koçberiyê dibin. Jimarek girîng a ciwanan li ber çûyînê ne. Ji ber ku pêşerojek wan û debarek wan tune ye. Ango tu dahatuyek ji nefta ji bo Tirkiyeyê tê firotin, nayê. Heya niha ji wê kirîn firotinê gel sûdek negirtiye. PDK vê neftê tenê ji bo xwe difiroşe. Niha Mesrûr Barzanî ji bo gaza xwezayî bazarê dike."
 
'Çapmeniya PDK'ê rola bişaftinê dilîze'
 
Tewara di aliyê nixumandina êrişên Tirkiyê ya di çapemeniya PDK'ê de rexne kir û got: "Dewleta tirk bi PDK'ê re hevkariyê dike. Çapemeniya alîgir jî bi heman rengî piştgirîiyê didê. Êrişan dinixumînin û propagandaya Erdogan dikin. Qirkirinên li Rojavayê Kurdistanê û her deverê pêk tên nake mijara xwe. Zarok tên qetilkirin, sivîl hedef tên girtin, destdirêjî axa kurdan tê kirin. Vê hovitiya Erdogan nayne ziman û Erdogan tê parastin. Li rex wê ji bo bişaftina gelê Kurd rolek girîng dilîzin. Armanca wan çand û zimanê kurdî ye jî. Bi rêzefîlmên wan re Tirkbûnê enjekte dikin. Gel teşwîqî wê çandê, wî zimanî û rêveberiyê dikin. Zimanê nûçeyên wan jî vê bandorê nîşan dide. Lewra Tikriye zimanê me, çanda me û hebûna me tehemul nake."
 
'Li her deverê li dijî kurdan tev digerin'
 
Tewara bi lêv kir ku NATO hêzeke ku bandora xwe li ser cîhanê dike ye û wiha domand:"Şerên pêk tên jî bê bandora wan rû nade. Di rabirdûyê de welatên Swêd û Fînlandayê ji bo beşdarî NATO'yê bibin serlêdan kirin. Nerazîbûna herî mezin ji Tirkiyeyê hat. Ji ber van welatana li pişt gelê Kurd cih digirin. Di heman demê de jî firotina çekên ji bo dewleta tirk ên li dijî kurdan tên bikaranîn, weke bertek qedexe kiribûn. Loma Tirkiyeyê nerazîbûna xwe nîşan da. Di heman demê de ev weke gefekê ye. Tirkiye di her fersendê de Gelê Kurd hedef digire. Li gor xwestekên Tirkiyeyê divê Swêd û Fînlandiya piştgiriya xwe ji kurdan re, bi taybetî bi YPG û YPJ'ê re qut bike, kurdên ji dagirkeriyê xwe xilas kirine teslîmî Tirkiyeyê werin kirin û hemû sîstema xwe li gorî xwestekên Erdogan dîzayn bikin. Encex bi vî rengî wê daxwazên wan werin erêkirin. Lewra welatên din ên di NATO'yê de jî piştigiriyê didin Tirkiyeyê. Piştî daxwaza Swêd û Fîlandayê ya beşdarbûna NATO'yê em dibînin li ser Kurdistagnê çekên giran û bi taybetî jî yên kîmyewî tên bikaranîn. Ev hevkariya dewletên din jî nîşan dide. Bi Peymana Lozanê re mafên Gelê Kurd hatin binpêkirin. Weke me di serî de anî ziman li van herêman ne tenê kurd gelek nîjadên din jî dijîn. Pêwîst e di salvegera xilasbûna Peymanê de ev yek berçav werin girtin. Divê netewek demokratîk pêk bê û Gelê Kurd rêveberiya xwe bike."
 
'Divê bertekên li dijî şer eşkere bin'
 
Tewara diyar kir ku metirsiya li ser axa Kurdistanê heye, di heman demê li ser hikumeta Îraqê jî heye û got: "Pêwîst e bertekên wê jî li dijî şer eşkere be. Di salên 1980'ê de peymana Tirkiye û Îraqê bi hevre hebû ku Tirkiye nikare kîlometreyekê jî bi tu hincetan bikeve nav axa wan. Lewra ev Peyman hate derbaskirin û zêdetirê wê jî pêk hat. Diyar e ku berjewendiyên hikumeta Îraqê jî di vê mijarê de heye ku dengê xwe dernaxe. Tê zanîn her çiqasî weke ku Kurdistana Federal xweseriya xwe heye xuya dike jî nikare bi awayekî serbixwe tev bigere. Di aliyê firotina neftê de jî pêwîst e ji hikumeta Îraqê destûrê bixwaze. Di vir de destê Îraqê yê di nav şer de jî xuya dike."
 
'Divê bertekên me mezin bin'
 
Tewara bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Ez dikarim bejim hêza azadiyê bû sedem ku heya astekê Kurdistana Federal di pêş de here. Lewra niha hatiye wê astê ku gel êdî nikare bi awayekî azad fikir û ramanên xwe binîn ziman. Li dijî wê kesên ku azadiyê dixwazin wê werin girtin, yan jî rastî êrişê werin. Lewra bi taybetî gelê Başûr li hemberî vê sîstemê divê nerazîbûna xwe nîşan bide. Em weke rojnamevan jî dixwazin bi awayekî azad nûçeyên xwe derbas bikin û li vir xebatê bidin meşandin. Pêwîst e ji bo nîşandana rûyê qirêj ya dagirkeran em di nava hewildanan de bin. Mafê herkesî yê xwegihandina rastiyan heye."