Li Şirnexê birîna daran hat protestokirin

  • 16:55 30 Tîrmeh 2022
  • Rojane
ŞIRNEX – HDP û TJA'yê  li Xwara Beytê ya li Çiyayê Nimêjê qirkirina daran bi girseyî protestokirin. Girse ya ku qirkirina xwezayê şermezar kir dirûşmên, "xweza jiyan e jiyanê qîr nekin" berz kir
 
Di Pêşengiya Partîya Demokraîk a Gelan(HDP) û Tevgera Jinên Azad(TJA) de  li Xwara Beytê ya li Çiyayê Nimêjê birîna daran bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) Salîha Aydenîz, parlementerên HDP’ê yên Şirnexê, rêxistinên navend û navçeyên HDP’ê yên Şirnexê, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn beşdarî bûn. Girseyê pankarta bi dirûşma “ Xeza jiyan e jiyanê qîr nekin” vekir.
 
‘Li dijî xwezaya Şirnaxê durutiyek heye’
 
Di destpêkê de parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr axivî û destnîşan kir ku li dijî xwezaya Şirnexê dirûtiyeke heye û got: “Ev du sal in bênavber li qûntarên Cûdî, Besta û Gebarê dar tên birîn. Ev 40 sal in li herêmê şerekî taybet heye. Xwezaya me bi van polîtîkayên taybet qîr dikin. Em wek HDP’ê têkildarî mijarê li ser vê mijarê disekinin. Me nêzî 20 daxwazname û pirs şandin meclisê. Lê belê ji bo wan heta niha tu bersîvek nehat dayîn. Heke ji bo ku ev herêm ya kurdan e bêdengiyek li dijî vê qirkitinê hebe divê bê zelalkirin. Cudî heta niha malovaniya gelek gelan kiriye. Îro bêtehamûliyek li dijî xwezaya kurdan heye. Ev qirkirin bi destê desthîlatdariyê tê kirin.”
 
‘Ekolojîst çima bêdeng in’
 
Nuran, bal kişand ser bêdengiya ekolojist û muxalîfan û got: “Xxezaya Botanê xwezayek dîrokî ye. Ji vê qirkirinê re bêdeng nemînîn.  Em ê bi hev r bibin dengê xwezaya Kurdîstanê dengê awazên çiyayên xwe. Yên ku ji xwe re dibêjin ekolojîst û muxalîf îro ji bo qirkirina xwezaya botanê bêdeng dimînin. Divê tu kes li dijî vê yeke bêdeng nemine.” 
 
‘Wê kurd xwezaya xwe biparêzin’
 
Herî dawî jî Salîha Aydenîz axivî û destnîşan kir ku dixwazin xwezaya Kurdîstanê bêmirov bihêlin û got: “ Bi salan e li vê erdnigariyê komkujiyek berbiçav tê kirin. Bi salan e ev xweza tê şewitandin û tê rûxandin.  Darên sedsalî tên birîn. Lê belê ew darên sedsal tim ji kokê xwe ve dîsa şîn bûne.  Gelê Kurd tim xwezaya xwe parastiye û dê ji niha û şûnve jî biparêze.”
 
Piştî axaftina Salîhayê girseyê 5 deqe li dora darên ku hatine birîn çalakiya rûniştinê pêk anî. Piştî çalakiya rûniştinê girse bi dirûşmên, “ Xweza jiyan e jiyanê nekuje” meşiya.