Ji jinên 30 sal in di girtîgehê de ne yek jê tahliye bû

  • 13:59 30 Tîrmeh 2022
  • Rojane
KOCAELÎ - Emîne Îpek a ku 30 sal in girtî bû, piştî ku înfaza wê qediya tahliye bû. Emîne, li ber Girtîgeha Gebze ya JInan bi çepik, lîlandin û kulîlkan hat pêşwazîkirin.
 
Emîne Îpek a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê girtî bû, piştî 30 sal cezayê lê hat birîn bi dawî bû, hat berdan. Emîne di sala 1992'an de dema ku hê 18 salî bû li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) hat darizandin û bi îdiaya "endamtiya rêxistina terorê" 30 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.
 
Piştî 30 sal ceza cara yekê jinek hat berdan
 
Emîne ewil sirgunî Girtîgeha Xerpêtê û piştre sirgûnî girtîgehên Riha, Sêwas, Êlih û Çewlikê kirin. Herî dawî jî Emîneya ku sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê hat kirin, di 30 salên di girtîgehê de tevlî gelek grevên birçîbûnê bû. Emîne ji yek jinên ku 30 sal in bê navber di girtîgehê de maye û hatiye tahliyekirinê ye.
 
Bi çepik, lîlandin û kulîlkan pêşwazî kirin
 
Li ber girtîgehê malbata Emîne, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), endamên Komeleya Jinan a Demê, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (MATUHAY-DER) ên Marmarayê û endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ew bi coşeke mezin û bi kulîlkan pêşwazî kirin.
 
Hate diyarkirin ku Emîneya bi çepik û lîlandinê hat pêşwazîkirin, piştî demekê bi malbata xwe re li Stenbolê dê bimîne û piştre jî wê biçe navçeya Pasûrê ya Amedê.