Kesên ji Malbata Dedeogullari hatin qetilkirin li ser gorên xwe hatin bîranîn

  • 13:25 30 Tîrmeh 2022
  • Rojane
KONYA - 7 endamên malbata Dedeogullari yên ku di êrîşa nîjadperest a li Meramê hat kirin de jiyana xwe ji dest dan, li goristana ku lê hatibûn definkirin hatin bibîranîn.
 
Yaşar, Îpek, Metîn, Serap, Bariş, Serpîl û Sîbel Dedeogullari ku di 30'ê Tîrmehê de li navçeya Meram a Konyayê di encama êrîşa nîjadperest a Mehmet Altûn de hatin qetilkirin, di yekemîn salvegera qetilkirina xwe de hatin bibîranîn. Di bîranîna ku li Goristana Saraçoglû ya ku lê hatibûn definkirin de Çetîn Dedeogullari, yekane ferdê malbatê yê ku sax mabû, endamên malbatê, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), rêveberên Rêxistina HDP'ê ya Konya û Enqereyê û gelek welatî amade bûn.
 
Piştî bîranînê girse derbasî mala xizmên Dedeogullari ya li Meramê bû û tevli mewlûda ku li vir hat dayîn bû. Bîranîn bi xwarina ku piştî xwendina mewlûdê hat dayîn bi dawî bû.