ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN

  • 09:00 30 Tîrmeh 2022
  • Rojev
*Mamosteya Zanîngeha Kantona Kobanê Perîşer Ismaîl û Xwendekara Beşa Wêjeyê ya Zanîngeha Kobanê, Rodîn Mihemed, têkildarî ziman û wêjeya kurdî wiha gotin:"Wêje û Ziman pêdiviyeke sereke ye, ji ber ku parastina hebûn û nasnemeya xwe dike. Ji ber ku ya ji cîran, dijmin, dewlet û neteweyên din cuda dike, wêje ye. Xwendekarên Zanîngeha Kobanê jî parastina hebûn û nasnemeya xwe dikin." DÎMEN HEYE
 
*Parezêr Gulnur Yilmaz, destnîşan kir li Şirnexê li dijî xwezayê qirkirineke sistematik heye û diyar kir ku divê birîna darên li Şirnexê bikeve tevahiya rojeva cîhanê.