'Dewleta tirk bi SÎHA'yan jinan dike hedef'

  • 15:34 29 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku dewleta tirk bi SÎHA'yan jinan dike hedef û bang li civata navneteweyî kir ku bêdengiya xwe bişkîne û li hember sûcên dewleta tirk bi berpirsyariya xwe rabe.
 
Balafireke bêmirov û bi çek a dewleta tirk doh li başûrê Eyn Îsayê, li nêzî kampa Til Semen a koçberên Girê Spî wesayîtek ku tê de 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hebûn, bombebaran kir û di encamê de her çar kes şehîd bûn.
 
Di derbarê mijarê de, Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da, êrîş û sûcên dewleta tirk şermezar kir.
 
Di daxuyaniya meclîsê de hate gotin: “Dewleta tirk a dagirker ku bi dijminê dîrokî yê ji gelan re tê nasîn, sûcên xwe li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya topbaranên li dijî bajar û gundan, berdewam dike. Ji dema dewleta tirk destwerdana leşkerî di 2016’an de li krîza Sûriyeyê kiriye, bi balefirên bêmirov li welatî û jinan dide. Di 28’ê Tîrmehê de balafireke bêmirov a dewleta tirk a dagirker wesayîteke ku tê de 4 fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hebûn, li başûrê Eyn Îsayê kir hedef, di encamê de 4 kes şehîd bûn. Ew yek binpêkirina nirx, rêgezên mirovahiyê û hemû mîsaq û qanûnên navneteweyî ye.”
 
Meclîsê di daxuyaniya xwe de ev kiryar şermezar kir û got: “Dewleta tirk a dagirker sûcên xwe li dijî kesên jiyana xwe xistiye parastina mirovahî û pêkhateyên herêmê, dewam dike. Lê berpirsiyariya vî sûcî civata navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî, di serî de jî DYE ye.”
 
Her wiha Meclîsê da zanîn ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşengên têkoşîna li dijî terorê ne, ji lew re dibin armanca mezin a dewleta Tirk a dagirker.
 
Meclîsê di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî kir ku bêdengiya xwe bişkîne û li hember sûcên dewleta tirk bi berpirsyariya xwe rabe.