Beriya 28 salan li cihê komkujiya Zaxoyê konê bêrîvanan hatibû bombebarankirin

  • 09:01 29 Tîrmeh 2022
  • Rojane
Medya Uren
 
AMED - Beriya çend rojan li herêma Peraxa  Zaxoyê, cihê geştiyaran hate topbarankirin û 9 kes hatin qetilkirin. Beriya wê di salên 2012'an de li ser sînor 34 keya hatin qetilkkirin. Beriya wan 28 salan jî ji qirkirinên hatine nixumandin di salên 1994'an de li heman herêmê, di navbera Perax û Qesrokê de konê bêrîvanên neçarî koçberiyê hatine kirin hate bombebarankirin.
 
Ji pêvajoya şerê demokrasî û azadiyê ve bîlançoya komkujiyên dewleta tirk ên li ser Gelê Kurd pêk aniye her ku diçe girantir dibe. Her komkujiya pêk tê ya beriya xwe tîne bîra me. Komkujiya di 20'ê Tîrmeha 2022'yan de li ser herêma geştiyaran a Peraxê ya Zaxoyê pêk hatiye jî yekser komkujiya Roboskiyê ya li ser sînorê Zaxoyê pêk hatiye bi bîr anî. Di havîna salên 1994'an de konê bêrîvanên di navbera herêmên Perax û Qesrokê de bi cih bûne ji aliyê dewleta tirk ve hate bombebarankirin. Jinên ji gundê Bilehê yê girêdayî navçeya Qilabanê yên ku cardin ji aliyê leşkerên tirk ve neçarê koçberiyê hatin hiştin, hatin qetilkirin û gelek ji wan birîndar bûn. Di heman demê de zirar hate dan zevî û sewalan. Ev dîroka nehatiye nivîsandin bi bîra koçberan anî…
 
Bi zorê hatin koçberkirin
 
Di dawiya salên 1993'yan de bi ser navê 'tunekirina PKK'ê' bi hezaran gundên kurdan hatin valakirin. Ji salên 1980'ê heta 1994'an bi qasî 2 milyon kurd koçber bûn. Herêmên li ser sînorê Başûrê Kurdistanê bi taybetî ji sedan 80'ê nîştecihên Qilabanê ber bi Başûrê Kurdistanê ve koç kirin. Koçberên gundê wan hatin şewitandin, zirarên madî û manevî gihaştin wan, bi sewalên xwe yên karîbûn xilas bikin re li ser xeta sînor herêma Sinehtê bi cih bûn. Xwediyên sewalan bi taybetî cihê av û şînkahiyê hildibijartin. Koçberên bê sewal jî derbasî navenda Zaxoyê bûn. Li ser sînor bê navber dewleta tirk herêm bombebaran dikir. Gundiyan bi dorê ve gundên Sineht, Deştiltax, Behînê, Qesrok, Perex, Cimî û Stevlon diguherin.
 
Li heman herêmê komkujî
 
Koçberên xwediyê sewalan ji ber êrişan direvin konên xwe di navbera gundê Qesrok û Perexê de bi cih dikin. Leşkerên dewleta tirk konên bêrîvanan li vir bombebaran dike. Di maratona koçberiyê de Feyroz Urena a 45 salî bû li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dide û gelek jin birîndar dibin. Koçberan Feyroz binax kir û cenazeyê wê li pey xwe hiştin. Hevjînê wê û 2 zarokên wê vê maratona xwe ya ku heya Wargeha Mexmûrê (Ş. Rustem Cudî) berdewam dike, didin berdewamkirin. Hevjînê wê ji ber xemê nexweş dikeve û bi gihiştina Mexmûrê re di salên 1999'an de jiyana xwe ji dest dide.
 
Sewal û xweza tê talankirin
 
Li gorî agahiyên me ji şahidên bûyerê girtine, di heman demê de sewalên koçberan hedef tê girtin. Sewal tên qetilkirin, zevî hat şewitandin. Zirarên mayînde yên mezin dan xweza û mirovan.
 
Dîrokê li ser heman axê xwe dubare kir
 
Ber bi dawîbûna peymana Lozanê ve, di 17'ê Nîsana 2022'yan de dewleta tirk li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşîn êrişa hewayî û reşahî da meşandin. Li gorî nûçeyên ajansa ANF'yê di êrişê de çekên kîmyewî jî bi kar tînin. Bi van binpêkirinên qanûnên şer re li Başûrê Kurdistanê, bi taybetî li ser sînorê bakur bi sedan gund hatin valakirin. Di pêvajoya şerê 7 mehan de 28 welatî jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 50 welatî jî birîndar bûn. Di rojên ku herkes ji van bûyeran re xwe ker û lal dikir de, li ser herêma geştiyaran a Peraxê ya Zaxoyê ku lê konê bêrîvanan hatibû bombebarankirin de êriş pêk hat. Di encama êrişê de 9 kesî jiyana xwe ji dest dan û nêzî 30 kes birîndar bûn.
 
'Em sivîlan nakujin!'
 
Piştî êrişan daxuyaniya herî balkêş ji wezîrê karê derve Mevlûd Çawuşoğlu hat. Mewlûd Çavuşoğlu li gel ku êrişê qebûl nekir got ‘Tirkiye êrişî sivîlan nake, ger pêwîst bike em bi hev re lêkolîn bikin’. Lê bîlançoya 40 salên dawî bê hesab zêde ye. Bi hezaran kurd hatin qetilkirin û ev komkujiyan berdewam dike.