ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2022'YAN

  • 09:00 29 Tîrmeh 2022
  • Rojev
*Helîme Yaman a li navçeya Qilebanê bi karê çandiniyê debara xwe dike, diyar kir ku ew sûdê ji berhemên xwezayî digirin. DÎMEN HEYE
 
*Beriya çend rojan li herêma Peraxa  Zaxoyê, cihê geştiyaran hate topbarankirin û 9 kes hatin qetilkirin. Beriya wê di salên 2012'an de li ser sînor 34 keya hatin qetilkkirin. Beriya wan 28 salan jî ji qirkirinên hatine nixumandin di salên 1994'an de li heman herêmê, di navbera Perax û Qesrokê de konê bêrîvanên neçarî koçberiyê hatine kirin hate bombebarankirin.
 
*Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknur Bîrol da zanîn ku divê komkujiya Zaxo ji rêzê neyê dîtin û banga peywirê li saziyên navneteweyî kir û got: “Divê zîhniyeta înkarker, şerxwaz, mêr bê beralîkirin. Êdî dema vê hatiye.” DÎMEN HEYE
 
*Xizma girtiyê nexweş Aslihan Tîmur ku di Nobeta Edeletê ya Wanê de ye, li dijî rewşa girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê bi Kovîd 19 ketine bang li rayedaran kir û got: “Em vê qebûl nakin. Êdî bes e. Gelo zarokên me çima nayên dermankirin? Çima hûn nabin nexweşxaneyan?Ez bêm girtin jî bêm qetilkirin jî ez ê çalakiya xwe bidomînim.”DÎMEN HEYE