Malbata Şenyaşar: Dê têkoşîna me bidome

  • 13:26 28 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
RIHA - Di roja 507'emîn a Nobeda Edaletê de hat gotin:" Doza me heqîqetek e. Dê têkoşîna me ya di nava sînorên qanûnî de bidome!"
 
Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûsê kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Bi mebesta girtin û darizandina kiryaran, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê adara sala 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 507’an de jî berdewam kir. Emîne Şenyaşar nexweş bû lewma nekarî beşdarî çalakiyê bibe lê kurê wê Ferît Şenyaşar di saetên serê sibehê de hat pêşiya Edliyeya Rihayê û li “Quncika edaletê ya malbata Şenyaşar” dest bi Nobeta Edaletê kir.
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Kes nikare rastiya her kes pê dizane binixumîne. Yên ku hewl didin malbata me reş bikin nizanin ku roj bi roj bêhtir di çiravê de diçin. Doza me heqîqetek e. Dê têkoşîna me ya di nava sînorên qanûnî de bidome!”