HDP ji bo şerên di navbera malbatan de kom bû

  • 11:11 28 Tîrmeh 2022
  • Rojane
WAN - Ji ber di demên dawî de şerên ji ber erdê di navbera malbatan de derdikevin zêde bûn HDP'ê civînek li dar xist û di civînê de hat gotin:"Dê ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi vî rengî plansaziyekê pêş bixe." 
 
Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tayîp Temel, ji ber zêdebûna nelihevkirinên di demên dawî de li ser erdê derdikevin ku di encamê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, li avahiya HDP’ê ya Wanê bi komîsyona qanehkirinê û rûspiyên civakê re civînek li dar xist. Di civînê de parlamentera HDP’yê Wanê Muazzez Orhan, Hevserokên HDP’ê yên Wanê Handan Karakoyun û Fîkret Dogan, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Mûstafa Avci ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin û rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Elbakê jî amade bûn. 
 
Wê plansazî bên pêşxistin
 
Di civînê de derheqê şerê di navbera malbatan ên di demên dawî de derketin nirxandin hatin kirin. Hat gotin ku sedema van şerên rê li ber mirinê vedikin ew e ku pirsgirêk ji demê re tên vehêlandin û ji însafa “axayan” re tê hiştin. Rûspiyên civakê gotin ku şerên li Elbak û Şaxê weke şerê di navbera eşîran de tê nîşandan û ev yek jî gelek xetere ye. Rûspiyan da zanîn ku şerên bi vî rengî ne şerên eşîran lê şerên di navbera çendek malbatan de ne û divê çareserî jî li gorî vê bê pêşxistin. Her wiha di civînê de hat destnîşankirin ku HDP dê ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi vî rengî plansaziyekê pêş bixe. 
 
Di mehekê de 5 kes hatin kuştin
 
Di encama şerê li Elbak a Wanê ji ber nelihevkirina erdê derketî de 4 kes hatin kuştin û kesek jî bi giranî birîndar bû. Her wiha li Şaxê jî bi heman sedemê şer derket û di encamê de kesek hate kuştin û gelek kes jî birîndar bûbûn.