Li Mêrsînê gelek kes hatin binçavkirin

  • 10:06 28 Tîrmeh 2022
  • Rojane
MÊRSÎN - Li Mêrsînê di serdegirtinên malan ên danê sibehê de Hevseroka HDP’ê ya Bajêr Bedriye Kuş û 4 endamên Meclîsa Şaredariya Akdenîzê jî di nav de 21 kes hatin binçavkirin.
 
Li Mêrsînê danê vê sibehê di serdegirtina malan de Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrsînê Bedriye Kuş û endamên Meclîsa Şaredariya Akdenîzê Nuran Aslan, Nevzat Baran, Alî Tanrîverdî û Mehmet Plant jî di nav de 21 kes hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku bi giştî ji bo 31 kesî biryara binçavkirinê heye.
 
Kesên ku hat diyarkirin ji be rparvekirinên xwe yên li ser medya dijîtal hatine binçavkirin, birin midûriyeta polîsan.