Di roja 91'emîn a Nobeda Edaletê de bal kişandin ser tecrîdê
- 14:41 27 Tîrmeh 2022
- Rojane
ÎZMÎR - Di roja 91'emîn a Nobeda Edaletê de hat gotin sîstema tecrîdê ya ji Girtîgeha Îmraliyê dest pê kiriye li welêt dibe sedema rizandinê û hat gotin divê raporên ne rast ên ATK'ê û zagona înfazê bên rakirin.
Ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan xizmên girtiyan li Îzmîrê dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Nobedê di roja 91'ê de li ber Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê dewam kir. Xizmên girtiyan berdilkên bi nivîsên "Deng bide zindanan","Ji bo girtiyên nexweş azadî" li xwe kirin. Hevserokê HDP'ê yê Gaziemirê Mirkan Erdem û Berdevkê HDK'ê Mehmet Sabri Gul çûn serdana nobedê.
Mehmet Sabri diyar kir ku sîstema tecrîdê ya ji Girtîgeha Îmraliyê dest pê kiriye li welêt dibe sedema rizandinê û got divê raporên ne rast ên ATK'ê û zagona înfazê bên rakirin.
Daxuyanî bi dirûşmên "Heq, hiqûq, edalet","Bijî berxwedana zindanan","Bila zindan bên valakirin" bi dawî bû.