Di roja 91'emîn a Nobeda Edaletê de bal kişandin ser tecrîdê 2022-07-27 14:41:44     ÎZMÎR - Di roja 91'emîn a Nobeda Edaletê de hat gotin sîstema tecrîdê ya ji Girtîgeha Îmraliyê dest pê kiriye li welêt dibe sedema rizandinê û hat gotin divê raporên ne rast ên ATK'ê û zagona înfazê bên rakirin.    Ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan xizmên girtiyan li Îzmîrê dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Nobedê di roja 91'ê de li ber Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê dewam kir. Xizmên girtiyan berdilkên bi nivîsên "Deng bide zindanan","Ji bo girtiyên nexweş azadî" li xwe kirin. Hevserokê HDP'ê yê Gaziemirê Mirkan Erdem û Berdevkê HDK'ê Mehmet Sabri Gul çûn serdana nobedê.    Mehmet Sabri diyar kir ku sîstema tecrîdê ya ji Girtîgeha Îmraliyê dest pê kiriye li welêt dibe sedema rizandinê û got divê raporên ne rast ên ATK'ê û zagona înfazê bên rakirin.    Daxuyanî bi dirûşmên "Heq, hiqûq, edalet","Bijî berxwedana zindanan","Bila zindan bên valakirin" bi dawî bû.