Li Enqereyê di bibîranîna Deniz Poyraz de peyama têkoşînê hat dayin

  • 16:10 17 Hezîran 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Di yekemîn salvegera qetilkirina Denîz Poyraz de li ber Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê çalakiya bibîranînê hat lidarxistin. 
 
Ji bo Denîz Poyraz a li ber avahiya HDP'ê ya Îzmîrê ji aliyê Onur Gencer ve di 17'ê Hezîranê de hat qetilkirin çalakiya bibîranînê li Enqereyê hat lidarxistin. HDP'yî û gelek nûnerên rêxistina girseya demokratîk beşdarî çalakiya li ber avahiya HDP'ê ya Enqereyê hat lidarxsitin bûn. 
 
Portreyê Deniz Poyraz û pankartên "Me ji bîr nekir em ê nedin jibîrkirin","Deniz Poyraz 'Em yek çûn em ê bi hezar bên'" hatin daliqandin. Jinan find pêxistin û qurnefîl danîn. Jinan çarika spî danîn û peyama aştiyê dan. 
 
Çalakiyê bi rêzgirtina ji bo têkoşerên azadiyê dest pê kir. 
 
Hevseroka HDP'ê ya Enqereyê Pakize Sinemillioglu diyar kir wê Denîz aştiyê bînin vî welatî. 
 
Endama OHD'ê Nuray Ozdogan Deniz Poyraz behsa pêvajoya hiqûqî ya Denîzê kir û got kesên komkujiyê dikin tên parastin û ew ê şopdarên dozê bin. 
 
Piştre Hevseroka HDP'ê Aydinê Aysel Batyar Onsel li kursiya serbest axivî û got ew ê hemû bibin Denîz. 
 
Endama Meclîsa Jinê ya HDP'ê Bedriye Irmak bal kişand ser mezinkirina têkoşînê. 
 
Rêvebera HDP'ê ya Yenimahaleyê Nazim Karakurt got Denîz hîn di nav wan de ye ew dijî û ew ê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Dilek Yilmaz jî li ser navê Meclîsa HDK'ê ya Enqereyê axivî û got ger çek di destên dewletê de be ev dewlet teror e. 
 
Hevserokê HDP'ê yê Enqereyê Vezir Coşkun Parlak got divê ew bêtir li berxwe bidin. 
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Munibe Koç got ger ew bibin yek kes nikare serî bi wan re derxe. 
 
Piştî axaftinan çalakiya bibîranînê bi dawî bû.