Denîz Poyraz li ser gora xwe hat bibîranîn: Denîz a gelê kurd e

  • 15:12 17 Hezîran 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Denîz Poyraz di yekemîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. 
 
Denîz Poyraz bi êrişa li ser avahiya Partiya Demokartîk a Gelan (HDP) salek berê hatibû qetilkirin. Denîzê li ser gora xwe ya li Goristana Kaynaklar a Bûcayê bi awayekî girseyî hat bibîranîn. Di bibîranînê de dirûşmên "Ey Denîz rêya te rêya me ye","Şehîd namirin","Denîz Poyraz nemir e" hatin berzkirin. Dayika Deniz Poyraz, Fehîme Poyraz, Berdevka Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê Behiye Yalçin, Parlamenterê HDP'ê Murat Çepni di bibîranînê de axivîn. 
 
'Denîzê di oxira têkoşîna gelê kurd e li berxwe da'
 
Piştî rêzgirtina ji bo Denîzê Fehîme Poyraz axivî. Fehimeyê da zanîn Denîzê di oxira têkoşîna gelê kurd e li berxwe da û wiha got:"Bila Denîzê rabe, li gel binêre. Bila bimîne çawa gel xwedî li wê derdikeve. Ez li ber we bi rêzdarî serî ditewînim. Denîzê ne Denîza min e ya gelê kurd e. Çimkî wê ji bo têkoşîna gelê kurd li berxwe da."
 
'Em edaletê dixwazin'
 
Dayika Aştiyê Behiye Yalçin bal kişand ser edaletê û wiha got:"Em dixwazin di nava aştî û azadiyê de bên gel hevdu. Cenazeyên zarokên me di qaban de ji me re dişînin. Ev ji bo me mirin e. Di serî de Denîz Poyraz em ji bo herkesî edaletê dixwazin. Em ji bo Denîz Poyraz û ji bo her kesî edlaetê dixwazin."
 
'Em ê hesabê te bipirsin'
 
Parlamenterê HDP'ê Murat Çepni da zanîn ew ê hesabê Denîzê bipirsin û wiha lê zêde kir:"Me hemû çalakiyên xwe ji bo Denîzê kirin. Me ji te hêz girt em bi hêvî li ser piyan e. Em ê hesabê te bipirsin. Em sond dixwin."
 
Ji bo Denîzê mewlûd hat xwendin
 
Her wiha li Eywana Dawetê ya Mumcu ji bo Denîz Poyraz mewlûd hat xwendin. Parlamenterên HDP'ê, endamên partiyên siyasî, ANYAKAYDER, EGETUHATYDER beşdarî xwendina mewlûdê bûn. 
 
Di mewlûdê de Hevserokên ANYAKAYDER'ê sersaxî xwestin. 
 
Wê bernameya bibîranînê saet di 18.00'an de bi daxuyaniyê li ber avahiya HDP'ê ya Îzmîrê bidome.