Serlêdana hevdîtinê bi hinceta 'cezayê dîsîplînê heye' hat redkirin

  • 12:12 17 Hezîran 2022
  • Rojane
STENBOL - Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê, serlêdana ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ku 3 meh bû hatibû qedexekirin vê carê jî bi hinceta "Cezayê disîplînê didome" red kir.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 23 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê di şertên giran ên tecrîdkirî de tê ragirtin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo miwekîlên xwe Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş di 3’ê sibatê de li dijî cezayê bi îdiaya dîsiplînê ku qedexeya hevdîtinê hatibû birîn, îtiraz kiribûn. Piştî ku qedexeya hevdîtinê qediya bû serlêdan hatibû kirin. Parêzeran serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dabûn û xwestibûn hemû astengiyên li pêşiya hevdîtina malbatê bên rakirin û heke cezayên dîsiplînê yên nu hebin ji wan re bê ragihandin. 
 
Dadgeriyê serlêdana parêzeran red kir. Dadgeriyê di biryara redkirina serlêdanê de hêceta, “cezayê dîsiplînê hê jî didome” nîşan da. Parêzeran li ser vê biryara redkirinê di 15’ê hezîranê de serî li Dadgeha Cezayê Giran a Bursayê ya 1’emîn da û îtirazî biryara redkirinê kirin. 
 
Herî dawî Mehmet Ocalan bi kekê xwe Ocalan re di 25’ê Adara 2021’an de bi rêya telefonê hevdîtinek kiribû û axaftina wan di nîvî de hatibû qûtkirin. Ji wê rojê vê tu xeber ji Ocalan nayê girtin.