Jinan ji bo Denîz Poyraz qurnefîl danîn ber behrê

  • 12:11 17 Hezîran 2022
  • Rojane
ÎZMÎR - Di yekemîn salvegera qetilkirina Deniz Poyraz de bi pêşengiya TJA'yê jinan qurnefîl danîn ber behrê.
 
Bi munasebeta yekemîn salvegera qetilkirina Deniz Poyraz a li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) jinan li ber Pasaport Îskele ya Îzmîrê çalakiya bibîranînê li dar xist. Jin bi hev re bi hêz in, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê, dayika Deniz Poyraz, Fehime Poyraz û parlamenterên HDP'ê Ayşe Acar Başaran û Gulistan Kiliç Koçyigit beşdarî çalakiyê bûn. 
 
'Em ê ji dewleta mêr hesap bipirsin'
 
Didar Guçlu li ser navê Jin bi hev re bi hêz in mafê axaftinê girt. Didarê bi lêv kir ku cenazeyê Denizê li ser milê jinan hatiye oxirkirin û got ew ê li derê dengê Denizê bilind bikin. Her wiha Didarê got:"Em ê ji dewleta mêr hesap bipirsin."
 
'Kujer ne tenê kesek e'
 
Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyigit da zanîn kujer ne tenê kesek e û wiha lê zêde kir:"Li 3'yemîn bajarê mezin ê welat li 3'yemîn avahiya partiya vî welatî komkujî pêk hat. Her kesên ku kujer bi ser me de şandin ji vê komkujiyê berpirs e. "
 
Gulistanê da zanîn ku kesek nikare bi zextan wan têk bibin û wiha pê de çû:"Em ji bo azadî, wekhevî û têkoşîna demokrasiyê li berxwe didin. Denizê dilpak bû. Ev salak e ne di navbera me de ye ev salalek e em li edaletê digerin. Kujer tê li eywana dadgehê ji me re heqaret dike. Me dixwest hemû partiyên siyasî vê gavê komkujiyê şermezar bikin û li gel me bisekinin. Me xwest vê yekê fam bikin ku ne tenê ku dixwazin jin û HDP'ê ber bi tariyê ve bibin dixwazin Tirkiyeyê bi tevahî ber bi tariyê ve bibin. Lê ev nebû. Tenê aliyê demokrasiyê digirin û xwediyê wijdan li gel me sekînin."
 
Piştî axaftinan jinan qurnefîl danîn ber behrê.