Jinan Denîz Poyraz bi bîr anî

  • 12:08 17 Hezîran 2022
  • Rojane
ÎZMÎR - Di 1'emîn salvegera qetilkirina Denîz Poyraz de, TJA û Jin bi Hev re bi Hêz in li Îzmîrê daxuyaniyek dan û gotin: "Hûn nikarin me bi komkujî û zextan bitirsînin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Jin bi Hev re bi Hêz in a Îzmîrê ji bo bîranîna Denîz Poyraz li Qada Cumhuriyetê li kom bûn. Di daxuyaniyê de dovîzên “Dem dema Denîzan e” hat hildan û dirûşmên “Denîz Poyraz îsyana me ye” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Dayika Poyraz, Fehîme Poyraz, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît û gelek jin tevli bernameyê bûn. 
 
Li ser navê Jin bi Hev re bi Bi Hêz in Dîdar Gul axivî û ew ê li her deverê soza Denîz bejin û edaletê bixwazin, ne salek hezar sal jî derbas bibe dê dest ji têkoşîna xwe bernedin. 
  
Piştre Parlamentera HDP'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî û diyar kir ku yên li Tirkiyeyê wekhevî û demokrasiyê dixwazin her tim tên qetilkirin. Gulistan   destnîşan kir ku îro beriya salekê li sêyemîn bajarê herî mezin ê Tirkiyeyê, êriş li dijî partiya mezin a sêyemîn pêk hat û hevrêya wan Denîz hat qetilkirin û wiha got: "Tariya ku hevrêya me ji na me bar kir, ne bi tenê bû. Li pey êrişkar hêzek tarî heye. Ev hêza tarî jî sûcdar e. Em li edaletê digerin. Salek bû lê edalet nehatiye. Lê mixabin qatil cesaretê dibîne ku were salona dadgehê û heqaretê li malbata Denîz û me bike. Hûn nikarin me bi komkujî û zextan bitirsînin. Jinan zû ve dest bi meşa azadiyê kiriye. Meş didome. Heta hesabê vê zîhniyeta qetlîamker neyê pirsîn em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Ne HDP ne jî jin ne jî kurd wê netirsin û paş ve gavê biavêjin. Em ê li ser bîranîna Denîzê aştî û azadiyê bînin vî welatî. Ronahiya Denîzê wê tarîtiyê ronî bike.”