'Dê belgefîlma ji bo Nûjiyan Erhan di 17'ê Hezîranê de li Hesekê bê weşandin'

  • 09:01 17 Hezîran 2022
  • Rojane
 
Gulîstan Şahin
 
QAMIŞLO - Nûçegîyana Jin Tv'yê Ferîda Zada ya di belgefîlma rojnameger Nûjiyan Erhan de rola Nûjiyanê lîstiye wiha qala belgefîlmê kir:"Ne hêsan bû ku ez rola jineke têkoşer a wekî Nûjiyan Erhan bilîzim. Nûjiyan Erhan ji bo doza Gelê Şengalê kedeke mezin da. Şehadeta Nûjiyanê li  ser civaka Êzidî bandoreke mezin kir. Ev belgefîlma di şexşê şehîd Nûjiyan de zindîkirina jinên têkoşer û xwedîderketina Nûjiyan Erhan e."
 
Ji bo belgefîlma Rojnameger Nûjiyan Erhan di sala 2019'an de dest bi amadekariya xebatê hate kirin û di sala 2021'ê de temam bû. Derhêneriya belgefîlma Nûjiyan, Jînda Asmen, pevxistin Zinarin Zinar, Jînda Asmen dikin. Lîstikvaniya belgefîlmê jî Ferîde Zade dike. Belgefîlm li ser têkoşer û rojnameger Nûjiyan Erhan a ku di 3'ê ye Adare 2017'an de bi êrîşên çeteyên roj bi giranî birîndar bû ye. 22'yê Adare 2017'an li Bajarê Hesekê jiyana xwe ji dest da. Nûjiyan Erhan di nava Civaka Êzidî de taybet ji bo jinên Şengalê gelek têkoşiya û li hember hovîtiya DAÎŞ'ê ya li dijî jinên Êzidî li berxwe da û ev hovîtî ji cîhanê re ragihand. Bû çavkaniya jiyanê, heman demê bu deng û rêngê jinên Şengalê. Belgefîlm wê di 17'ê Hezîranê de li bajarê Hesekê li Rojavayê Kurdistanê, bê pêşandan. Ji bo ku em naverok û armanca belgefîlma Nûjiyanê binasin, lîstikvana belgefîlmê, Nûçegiyana Jin Tv'yê Ferîda Zada ji ajansa me re axivî. 
 
'Ji bo bibîranîn û têkoşîna Nûjiyan Erhan belgefîlm hat amadekirin'
 
Ferîda Zada ya di rola Nûjiyan Erhan de lîstiye diyar kir ku belgefilîma Nûjiyan ji bo bibîranîna ked û berxwedana Rojnameger Nûjiyan Erhan hat amadekirin û wiha dest bi axaftinê kir: "Nûjiyan Erhan xwedî kesayeteke şoreşger bû. Ew rojnamevan û helbestvan bû. Wê hewl da ji gelê Şengalê re bibe piştek. Şengala ku her kesî dev jê berda. Nûjiyanê di dawiyê de jî di oxira doza gelê xwe de şehîd ket. Ji bo bibîranîna keda Şehîd Nûjiyan Erhan, xebatek hat meşandin. Ev xebat jî Belgefilîmê Nûjiyan bû. Belgefilîm di sala 2019'an de li Şengalê hat destpêkirin. Ji ekîba ku bi Belgefilîma Nûjiyan re mijûl bû, wekî Zinarîn Zinar û Jînda Asmîn me hewl da bi derfet û amûrên kêm vê xebatê bi ser bixin. Kêşana dîmenan û lîstikvanî nêzî 4 mehan li Şengalê, li cihê ku Nûjiyan Erhan tê de gel ew ji nêz ve nas dikir û li berxwe da, hat kirin. Di heman demê de roportaj bi kesên ku Nûjiyan Erhan nas kirine hat çêkirin. Ev roportaj têkildarî bibîranînên wê û kêliyên ku li hemberî çeteyên Pêşmergeyên Roj û PDK'ê têkoşîn kiriye, hat girtin."
 
Zehmetiyên ku li pêşiya belgefilmê rû dan
 
Ferîda Zada wiha qala zehmetiyên ku li pêşiya belgefilîm rû dan kir: "Ne tiştekî hêsan bû ku ev belgefilîm were çêkirin. Hem ji milê sermaya zor a çiyayê Şengalê û hem jî di milê kêmderfetîya teknîkê de. Her wiha şerê ku di 2019'an de li ser Şengalê hat qewimandin, li pêşiya kar bû asteng. Roportaj û dîmenên heqîqetê ji bo belgefilîm pêwîst bûn. Ruxmî van astengiyan jî israra me ya meşandin û berdewamkirina vê xebatê nehat sekinandin."
 
'Lîstina rola Nûjiyan Erhan ne hêsan bû û barê min girantir kir'
 
Ferîda Zada bi lêv kir ku lîstina rola jineke têkoşer a di oxira doza gelekî de şehîd ketiye ne hêsan bû û wiha domand: "Ji bo min wek kesayet, ne hêsan bû ku ez rola Nûjiyan Erhan bileyîzim. Min navê wê bihîstibû lê min ew nas nekiribû. Mayîna min a li Şengalê ya bi kesên ku ew nas dikirin, barê min girantir dikir. Min hîs dikir ku ez ê nikaribim mafê vê şehîdê bidim û nikaribim cihê wê bigirim ku ewqas şer kiriye û ewqas berxwedan daye meşandin. Bi rastî jî, lîstina rola jineke ku di oxira doza gelekî de şehîd ketiye ne hêsan bû."
 
'Şehadeta Nûjiyanê bi taybet ji bo gelê Şengalê bi bandor bû'
 
Ferîda Zada bal kişand ser qehremantiya Nûjiyan Erhan a beramberî Artêşa Îraqê û PDK'ê, her wiha bandora gelê Şengalê ya bi şehadeta wê û wiha got: "Di kêliyên şer de dema ku xwest rastiya êrîşên Artêşa Îraqê û PDK'ê ya li ser gelê Şengalê derxe û dixwest dîmenan bikişîne ew şehîd xistin. Şehadeta Nûjiyan Erhan pir bi êş û bi bandor bû. Bi taybet ji bo gelê Şengalê ku ew ji xwe re wekî pêşengek didîtin. Heta roja îro dema navê Nûjiyan Erhan tê ser ziman, bi yek helwest û yek hezkirinê tê behskirin. Heta vê kêliyê jî ew tê bibîranîn û gelê Şengalê serdana gora wê bi gul û çîçekan dikin." "Eger em li kesayetên wekî Nûjiyan Erhan xwedî dernekevin, em ê ji doza xwe dûr bikevin”
 
'Divê em li kesayetên mîna Nûjiyanê xwedî derkevin'
 
Ferîda Zada destnîşan kir ku eger milet xwedî li kesayetên wekî Nûjiyan Erhan dernekevin, dê ji doz û mafên xwe dûr bikevin û wiha pê de çû: "Her çiqas dema pêşandana belgefilîmê nêz dibe, heycaneke mezin bi me re çêdibe. Li beramberî vê yekê jî fikirandineke wisa tê bala mirov ku dema ewqas mirov li Belgefilîmê temaşe bikin, heta çi astê em ê bikaribin xwedî li vê kesayetê derkevin û zindî bikin? Yek ji armancên me jî ew e ku em bikaribin jiyan, têkoşîn û berxwedana Nûjiyan Erhan bi her mirovekî bidin nasîn. Ji ber ku tenê nêrîna lîstikvan, kameravan û derhêner têrê nake. Encax gel bibîne û hukum bike da ku ev kesayet neyê jibîrkirin û her kes dersê ji jiyana wê bigire. Pêwîst e em di her kêliyê de xwedî li şehîd û têkoşerên xwe derkevin. Heger em nikaribin xwedî li kesayetên wekî Nûjiyan Erhan derkevin, wê demê em ji doza xwe dûr dikevin."
 
'Dê belgefîlma ji bo Nûjiyan Erhan di 17'ê Hezîranê de li Hesekê bê weşandin'
 
Ferîda Zada da zanîn ku Belgefîlma Nûjiyan Erhan dê di 17'ê Hezîranê de li Hesekê bê weşandin û wiha lê zêde kir: "Em bi hêvî ne ku her kesayetek weke rojnamevan û hemû şehîdên me her dem werin bibîranîn. Di heman demê de em hêvî dikin ku ev belgefîlm li gorî ku tê xwestin be. Nûjiyan pir caran ji hevalên xwe re digot ez şehîd ketim, bibîranîna min bila bi çêkirina belgefîlmekê be. Dê di vê sala 2022'yan de Belgefîlmê Nûjiyanê were pêşandan û encamên wê werin girtin. Belgefilîm li Şengalê hat pêşandan û wê li Rojavayê Kurdistanê jî were nîşandan. Di 28'ê Gulanê de li Xana Sorê ya Şengalê hat nîşandan. Her wiha dê di 17'ê Hezîranê de li bajarê Hesekê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were pêşandan û paşê jî li herêmên din. Ji bo pêkhateyên ereb jî, hewldanên dûblaja belgefilîmê hene da ku her kes jiyana wê nas bike."