ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2022'YAN

  • 09:00 17 Hezîran 2022
  • Rojev
 
* Nûçegîyana Jin Tv'yê Ferîda Zada ya di belgefîlma rojnameger Nûjiyan Erhan de rola Nûjiyanê lîstiye wiha qala belgefîlmê kir:"Ne hêsan bû ku ez rola jineke têkoşer a wekî Nûjiyan Erhan bilîzim. Nûjiyan Erhan ji bo doza Gelê Şengalê kedeke mezin da. Şehadeta Nûjiyanê li  ser civaka Êzidî bandoreke mezin kir. Ev belgefîlma di şexşê şehîd Nûjiyan de zindîkirina jinên têkoşer û xwedîderketina Nûjiyan Erhan e." DÎMEN HEYE
 
*"Di hemû pevçûnên nasname, mezheb û olî yên li Rojhilata Navîn de yên herî qêde hatin qirkirin jin bûn. Çanda baviksalarayê bi her awayî li jinan hat ferzkirin û mêran dema ev şerên olî dikirin wekê ku mêr van şeran nakin, oldariyên nû hilberandine. Bi gelek pêkanînên dijolî êrişê jinan dikin. Vê jî wek emrê Xwedê pêk tînin." NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Dayik û hevalên Denîz Poyraz ku salek berê di êrîşa li hember HDP’a Îzmîrê de hat qetilkirin, axivîn û diyar kirin ku Denîzê di temenê biçûk de berpirsyarî girtiye ser xwe û bi têkoşîna ku daye dijî. DÎMEN HEYE
 
*Di nav de midûra nûçeyan a ajansa me Safiye Alagaş jî tê de 16 rojnameger hatin girtin. Bertên li dijî girtina rojnamegeran didome. Jinan diyar kirin ku girtina Safiye Alagaş êrîşa li hember JINNEWS’ê ye û  bi krîminalîzekirina JINNEWS’ê hewl didin dengê têkoşîna jinan bibirin.  DÎMEN HEYE