Di 'Nobeta Edaletê' ya Îzmîrê de girtina rojnamegeran hat şermezarkirin

  • 16:09 16 Hezîran 2022
  • Rojane
ÎZMÎR - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Îzmîrê li ber Edliya Bayrakliyê pêk hat û malbatan girtina 16 rojnamegaran şermezar kir. 
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan li Îzmîrê 75 roj in didome. Malbatan ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirina mafan îro li ber Edliya Bayrakliyê kom bûn. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Foça û Dîkîlî ji bo piştevaniyê tevlî çalakiya malbatan bûn. 
 
Di çalakiyê de hevserokê HDP'ê ya Foçayê Şahabettîn Goktay, axivî û got: "Li girtîgehan zext her roja ku derbas dibe zêde dibin. Kedkarên çapemeniyê tên binçavkirin û girtin. Rojnamegerên ku 8 rojan di bin çavan de man 16 kes hatin girtin. Em ê li dijî bêhiqûqî û zextan têkoşîna xwe bidomînin." 
 
Dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz, destnîşan kir ku divê zextên li hemberî girtiyan bê bi dawî kirin û wiha bi lêv kir: "Girtiyên ku cezayên wan qediyane nayên berdan. Girtiyên nexweş nayên tedawîkirin. Heke girtiyên nexweş bên berdan dê ji hêla malbatan ve bên tedawîkirin."
 
Rêvebera HDP'ê ya Foçayê Remziye Baltaş jî wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ez wek dayikek dibêjim; êdî dayik ji bo îqtîdara kesan rondikan nebarînin. Li her aliyên Tirkiyeyê mirin heye. Bila dawî wan mirinan bê. Ez bang li dayik û parêzvanên mafên mirovan dikim ku bila bên bibin dengê me."