Girtina rojnamegeran li Amedê hat şermezarkirin: Hûn nikarin me bêdeng bikin

  • 15:03 16 Hezîran 2022
  • Rojane
AMED - Bi tevlîbûna partiyên siyasî, sazî û rêxistinên civakî li ber avaniya DFG'ê daxuyaniyek hat dayîn û girtina 16 rojnamegeran hat şermezarkirin. Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftîoglu axivî û got: "Hûn bi girtinan nikarin me bêdeng bikin." 
 
Ji 22 kesên ku di 8’ê hezîranê de di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin hatibûn binçavkirin de 16 rojnameger jê hatin girtin. Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, Midûrê Karên Nivîsan a Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, nûçegihanê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bulut, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnameger Omer Çelîk, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel û Abdurrahman Oncu ku dozgeriyê ew sewqî Dadgeha Sulhê ya Nobedar kirin, hatin girtin. Her wiha edîtora ajansa me Gulşen Koçuk, rojnameger Esmer Tûnç, Kadîr Bayram, Mehmet Yalçin welatiyên bi navê Feynaz Koçûk û Îhsan Ergulen jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), li dijî girtina 16 rojnamegeran li ber avahiya xwe daxuyaniyek da çapemeniyê. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya  Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwarên re (TUHAYDER) û gelek rojnameger tevlî daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji aliye Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu ve hate xwendin. 
 
‘Duh me qetilkirin îro me digrin'
 
Dîcle diyar kir ku ev 30 sal in rojnamevanên kurd li ser şopa heqîqetê ne û got: "“Roj hat hempîşeyên me hatin qetilkirin, ajansên wan hatin bombebarankirin, roj hat deriyên wan hatin mohrkirin. Belê reng û şêweyê êrişan hat guhertin lê belê eslê wan nehate guhertin. Yên ku duh me li ser riyan qetilkirin îro me digirin û dişînin girtîgehê. Em baş dizanin bi doz û biryaran pîşeya me tê tewanbarkirin. Dixwazin karê me krîmînalîze bikin. Bê tehmiliya wan ya li hemberî me eşkere bû. Girtina hempîşeyên me ji bo hinekan kirin xelat.”
 
‘Hûn nikarin me bêdengbikin'
 
Dîcle, destnîşan kir ku tu gef nikare rojnamevanan bêdeng bike û wiha axivî: "Çapemeniya di bin şert û mercên zehmet de hewil dide ku bibe dengê her qadî. Erdogan di her daxuyaniya xwe de Abdulhemît ji xwe re dike referans. Dixwaze pergala îstixbaratê ya dema Abdulhemît bixin meriyetê. Li her deverê wêneyên Erdogan hatine daliqandin û bi vî rengî dixwazin ewrek ya tirsê ser serê me avabikin. Ji bo rastiya pêkanînên xwe diyar nekin jî êrişî çapemeniya azad dikin. Lê em ji we re dibêjin em ê bi înat, ligel hemû astengiyan em ê xebata xwe bikin. Em rojnameger in û hûn nikarin me bêdeng bikin."
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştîne ya 5 deqiqeyan bi dawî bû. Di çalakiya rûniştinê de dirûşmên wekî "Amed rabe, xwedî li rojnamegerên xwe derkeve", "Çapemeniya azad bêdeng nabe", "Êriş nikarin me bêdeng bikin" hatin berzkirin.