Baroya Amedê bertek nîşanî girtina rojnamegeran da

  • 14:49 16 Hezîran 2022
  • Rojane
 
AMED - Derbarê girtina 16 rojnamegeran de Baroya Amedê, li ser medyaya dijîtal ev peyam da: "Girtina rojnamegeran mudaxaleya li azadiya çapemeniyê ye û mafê agahî girtinê ye." 
 
Baroya Amedê, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal derbarê girtina 16 rojnamegeran de daxuyanî da û ev tişt got: "Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê da meşandin de biryara girtina 16 rojnamegeran hat dayîn. Lêpirsînên ji ber karên wan ên pîşeyî li rojnamegeran tên vekirin û girtina wan mudaxeleya li "azadiya çapemeniyê" û "mafê agahî girtinê" ye. Rojnamegerên girtî berdin."