‘Em ê ji bo hempîşeyên xwe di nava berxwedanê de bin'

  • 14:43 16 Hezîran 2022
  • Rojane
 
MÊRSÎN - Rojnamegerên li Mêrsînê bertek nîşanî girtina 16 rojnamegeran dan û gotin: "Biryara ne hiqûqiye siyasî ye. Divê hemû raya giştî bizane ku heta hemû hevrêyên me bên berdan em ê di nava berxwedanê de bin."
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes di 8’ê hezîranê de hatibûn binçavkirin. Piştî binçavkirina 8 rojan jî duh derxistin Edliyeya Amedê û ji 22 kesan 16 rojnameger hatin girtin. Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Midûrê Karên Nivîsan ê Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Edîtorê MA’yê Azîz Oruç,  Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Sûat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn ji hêla Dadgeha Cezayên Silhê ya Nobedar a Amedê ve hatin girtin. Rojnameger Esmer Tunç, Mehmet Yalçin, Kadîr Bayram, Feynaz Koçuk û Îhsan Ergulen jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 
 
Rojnamegerên Mêrsînê bertek nîşanî girtina 16 rojnamegeran da. re kirin. 
 
‘Girtina rojnamegeran biryareke siyasî ye'
 
Nûçegihana Cumhuriyetê û Rojnameya Guney a Mêrsînê Abîdîn Yagmur, diyar kir ku girtina rojnamegeran ne hiqûqiyê û got: "Girtina rojnamegeran tenê biryareke siyasî ye. Ji salên 1990'î heta niha li hemberî çapemeniya muxalîf, rojnamegerên kurd her tim zextek hebû. Tişta esasî li vir hedef girtina rojnamegeriyê ye. Rojnamegerên ku hatî girtin tenê bi hinceta xebatên rojnamegeriyê hatin girtin. Em banga serbest berdana rojnamegeran dikin û em banga bi dawî kirina zextan dikin." 
 
‘Rojnamegerî ne sûc e' 
 
Rojanamegera serbixwe Gamze Şîmşek, da zanîn ku li hemberî mafê girtina agahiyan êrişek pêk hat û wiha bi lêv kir: "Bi biryara girtinê ya îro re me careke din dît ku desthilatdar zextên li ser rojnamegeran zêde dikin da ku ev nîzama zilmê ya ku ava kirine neguherinê. Ji ber ku girtina rojnamegeran ne tenê mafê me yê ragihandinê, mafê agahî girtina raya giştî jî asteng dike. Desthilatdariya ku bi polîtîkayên xwe yên çewisandinê hewl dide rojnamegeran bitirsîne, divê bizane ku em tu carî dest ji rastiyê bernedin. Em li gel 16 hevrêyên xwe bin. Rojnamegerî ne sûc e."
 
‘Piştevanî hewce ye' 
 
Rojnamegerê serbixwe Mahmut Sonmez, diyar kir ku 16 hempişeyên me ji ber ku heqîqetê nivîsandin hatin girtin û got: "Lê mixabin tevî zextên van salan jî piraniya partî û saziyên muxalefetê bêwate dimînin. Ger ev zextên li ser rojnamegeran neyên bihîstin, dê ev bêdengiyê ku li ser civakê tê ferzkirin, mezin bibe. Ji bo azadiya çapemenî û ramanê divê em bi hevalên xwe yên rojnameger re di nav piştevaniyê de bin." 
 
‘Em ê di nava berxwedanê de bin' 
 
Edîtora Nûçeyan a Îlerî Ayşenur Onal jî wiha axivî: "16 rojnamegerên kurd tenê ji ber ku pîşeya xwe kirine hatin girtin. Em dizanin ku ev biryar ne hiqûqî ye û AKP’ê ji bo raya giştî bitirsîne û nehêle ku rastî derkeve holê, ev biryar di roja hilbijartinê de daye. Lê her kesê ku alîgirê vê bêhiqûqiyê ye divê bizanibe ku; em rojnameger tu carî dev ji hevgirtinê û dev jî ragihandina heqîqetê bernadin. Divê hemû raya giştî bizane ku heta hemû hevrêyên me azad bibin em ê di nava berxwedanê de bin."