Çalakiya 'Nobeta Edaletê' li ber Edliya Amedê pêk hat

  • 14:07 16 Hezîran 2022
  • Rojane
 
AMED - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan li Amedê di roja 223'yemîn de didome. Malbatên girtiyan di çalakiya xwe îro de banga serbestberdana girtiyên nexweş kirin. 
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan a li Amedê dane destpêkirin, di roja 223'yemîn de berdewam kir. Malbat, li pêşiya Edliyeya Amedê hatin gelhev û endam û rêveberiyên Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED), Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER), Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) piştgirî dan malbatan. 
 
'Em mafê mirovan diparêzin'
 
Herdem Merwanî, diyar kir ku nobeta wan ketiye meha 8'an û ev tişt got: "Em dixwazin daxwaza me ya berdana girtiyên nexweş û înfaza wan hatiye şewitandin bê qebûlkirin. Lê hin kesan guhê xwe ji daxwaza me re girtine. 8 meh in zilm li xizmên girtiyan tê kirin. Girtî nayên dermankirin û di şertên zor de dijîn. Her roj rewşa wan girantir dibe. Daxwazên me mirovî ne. Em mafê mirovan diparêzin. Lê rexmî vê jî kes dernakeve pêşberî me û ji bo van daxwazên me neaxive."
 
'Çapemeniya tirk bêdeng e'
 
Herdem, ji bo bihîstina dengê wan bang li mecrayên cuda yên çapameniyê kir û ev tişt anî ziman: "Werin dengê malbatên girtiyan bibihîzin. Hemû mafên girtiyan ji destê wan hatine girtin. Hûn ê heta kîngê vê paşguh bikin. Hûn jî dizanin ku ev heke ev pirsgirêk çareser bibe; wê aştî, aramî û ewlehî pêk were. Lê çapameniya tirk li dijî vê bêdeng e."
 
'Ji ber ku ziman û nasnama xwe parastin hatin girtin'
 
Piştî Herdem Reşahat Ada axivî û ev tişt anî ziman: "Bila girtiyên nexweş bên tedawîkirin û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan. Em ê dev ji zarokên xwe bernedin. Zarokên me neheqiyê nekirine. Zarokên me ji ber ku ziman, nasname û xaka xwe parastine girtî ne. Bila êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin. Bila vê bizanibin zarokên me ne bêxwedî ne û heta niquta xwîna xwe ya dawîn em bi têkoşîn û doza wan re bin."