Li Stenbolê bi ser malan de hat girtin: Gelek kes hatin binçavkirin

  • 10:34 16 Hezîran 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Li Stenbolê bi ser malan de hat girtin û gelek endam û rêveberen HDP'ê hatin binçavkirin. 
 
Li Stenbolê di saetên serê sibehê de polîsan bi ser malan de girtin. Di dema biserdegirtinê de li malan lêgerîn hat kirin. Tevî xebatkara Kovara Modernîteya Demokartîk Saliha Aras gelek kes hatin binçavkirin. Her wiha gelek endam û rêveberên HDP'ê jî hatin binçavkirin. 
 
Hat diyarkirin hinceta binçavkirinan nayê zanîn û dibe hejmara binçavkirinan zêde bibe. 
 
Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: Berdevka Rêxistinkirinê ya HDP'ê ya Bajêr Besra Îşsever, Hevseroka HDP'ê ya Uskudarê Aysel Ozbey, Erkan Tarim, Mumin Odabaş, Harun Bagatur, Enes Ozdaş ve Ercan Ozer.