Li dijî poşmaniyê derket bi kelemçekirî îşkence lê hat kirin

  • 09:07 16 Hezîran 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Esma Ayaz a ku li Girtîgeha Şakranê girtî ye, dayika wê Emîne Ayaz, destnîşan kir ku keça wê li dijî poşmaniyê derketiye û bi saetan bi kelemçekirî îşkence lê hatiye kirin û got: “Ji wan re gotine' dewlet çima we nakuje'. Gefa mirinê li wan hatiye xwarin. Em ji jiyana zarokên xwe bi fikar in.”
 
Zext û binpêkirina li ser girtîgehan her diçe zêde dibe. Girtî ji mafên xwe yên bingehîn bêpar tên hiştin û yên ku li dijî vê derdikevin jî di hucreya yek kesî de tên girtin. Girtiyên ku wan sepandinên li dij hiqûqî bi rêya malbatên xwe radigînin banga xwedî derketinê dikin.
 
Yek ji wan girtiyan jî Esma Ayaz a ku li Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê girtî ye. Esma di sala 1998’an de hate girtin û 24 sal in girtî ye. Her wiha jê re 36 sal ceza lê hatiye birîn. Esma di hevdîtina xwe ya bi telefonê ragihand ku li Girtîgeha Şakranê ji girtiyên jin re poşmanî tê ferz kirin û girtiyên ku ew qebûlnakin bi îşkenceyê re rûbirû dimînin.
 
‘9 caran hat sirgûn kirin’
 
Dayika Esma, Emîne Ayaz, daxuyand ku keça wê 9 caran hatiye sirgûnkirin û tevî wê pêvajoyê tu carî zilmê qebûl nekiriye û got: "Keça min 24 sal in di nav çar dîwaran de rexmî hemû zilm û tehdeyan li ber xwe dide. Emrê wê li zindanan derbas bû. Hemû mafên wan ji wan hatiye sitendin. Zarokên me di destê wan de ne lê dîsa jî rehetî nadin wan.”
 
‘Bi saetan bi kelemçekirî îşkence lê hat kirin’
 
Emîne, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser zextên li hemberî Esmayê: "Roja duşemê keça min bi rêya telefonê ragihand ku ji ber ku poşmaniyê qebûlnekiriye îşkence lê hatiye kirin. Piştre jî Esma xistine hucreya yek kesî û legerîna tazî li wan hatiye ferz kirin e. Bi vî şiklî destê wan hatiye kelemce kirin û bi saetan îşkence hatiye kirin."
 
‘Gefa mirinê li wan hatiye xwarin’
 
Emîne, diyar kir ku ew îşkence û zilm bi salan e li ser girtiyan berdewam e û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ji keça min re gotine 'dewlet çima we nakuje'. Gefa mirinê li wan hatiye xwarin. Em ji jiyana zarokên xwe bi fikar in. Em bang dikin ku bila ew îşkenceyê ji zarokên me nekin. Bila dengê zarokên me were bihîstin. Bila girtiyên nexweş serbest werin berdan û ew îşkenceya li ser girtiyan bila bi dawî bibe." 
 
‘Em ê dengê girtiyan ragihînin' 
 
Bavê Esma, Ferhan Ayaz a jî ji bo girtiyan banga hestiyariyê kir û got: "Mafê telefonê bi sînor kirine. Em nikarin bi keça xwe re bi rehetî biaxivin. Herî dawî bi rêya telefonê keça min behsa îşkenceya ku lê hatiye kirin kir. Di hicreyan de wan tazî kirin e û kelemce kirine. Em nizanin çiqas wisa maye lê belê bi saetan bi vî şiklî mane. Tu kes muameleyek wiha heq nake. Em li dijî van îşkenceyan divê dengê me bilind bibe. Em rewşa girtiyan ji raya giştî û ji dezgehên mafên mirova ên Ewropayê re ragihînin."