Berrîn Sonmez: Tu kes nikare pêşî li têkoşîna jinan bigire

  • 09:03 16 Hezîran 2022
  • Rojane
 
Oznur Deger
 
ENQERE - Aktîvîsta EŞÎK’ê Berrîn Sonmez der barê dozên betalkirina feshkirina Peymana Stenbolê ku li Dadgeha Bilind tê dîtin de axivî û got: “Biryar çi dibe bila bibe wê têkoşîna wekheviyê ya jinan bidome. Têkoşîna wekheviyê ya jinan lêgerîna edaletê ya herî berfireh û kevnar e. Kes nikare pêşî li vê bigire.”
 
Bi biryarnameya serokomar Tayyîp Erdogan di 20’ê Adara 2021’ê de Peymana Stenbolê hat feshkirin û der barê betalkirina fehskirina peymanê de li 10’emîn Daîreya Dadgeha Bilind doz hatibûn vekirin û doza sêyemîn di 14 Hezîranê de hat dîtin. Rûniştina çaremîn jî wê di 23’ê Hezîranê de bê dîtin.
 
Aktîvîsta Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞÎK) Berrîn Sonmez rûniştinên dozên betalkirina feshkirina Peymana Stenbolê nirxand.
 
‘Dijberbûna hiqûqî bi berfirehî hat daxuyandin’
 
Berînê destnîşan kir ku li Dadgeha Bilind rûniştina sêyemîn pêk hatiye û helwesta 10’emîn Daîreya Dadgeha Bilind rêzdar bûye. Berrînê bi lêv kir ku vê rewşê di alî ‘ger heyet li hember kesên doz vekirine rêzdar be wê doza me neyê qebûlkirin’ nêrîn derketiye holê û got ji vê bi fikar bûne. Berrînê ev tişt anî ziman: “Li welat bilindbûna hiqûqî nemaye. Biryara betalkirina feshkirina Peymana Stenbolê wê nîşan bide ku hiqûq di ser her tiştî de ye. Em vê ji Dadgeha Bilind dipên. Parastinên hatin kirin pir xweş bûn. Ligel vegotinên der barê girîngiya Peymana Stenbolê de, hat diyarkirin ku biryara feshkirinê li dijî destûra bingehîn, hiqûq û rayeyê ye.”
 
‘Di parastinên li ser navê serokomariyê de jin biçûk dihatin xistin’
 
Berrînê daxuyakirin ku di hemû parastinên li Dadgeha Bilind hatin kirin de biryara serokomariyê hatiye darizandin û ev di alî demokrasiya welat de gelek girîng bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dipên ku biryarek erênî bê dayîn. Di hemû parastinên li ser navê serokomariyê hatin kirin de jî rêxistinên jinan, jin û kesên doza betalkirina feshkirinê vekirine hatin biçûkxistin û parastineke bêîtîbarkirina jinê hat kirin. Di rûniştina 14’ê Hezîranê de bal kişandin ser vê. Ji ber di rûniştina beriya wê de serokê dadgehê bi awayekî cidî ew hişyar kirin.”
 
‘Biryarên wan naparêzin’
 
Berrînê diyar kir ku Peymana Stenbolê peymanek navneteweyî ye û di parastinên li ser navê serokomariyê hatin kirin de hat gotin ‘di vê biryarê de fêdeya cemawerî nayê xwestin’ û ev tişt anî ziman: “Serokomar biryara xwe bêyî hincet bi yek hevokê aşkera kiribû lê piştî vê di daxuyaniya wezareta ragihandinê de hat gotin ku ev peyman li dijî malbatê ye û manîpulasyon e. Gotibûn ‘bi hevsezayendê manîpule dikin’. Ew bi xwe ji manîpulasyonekê pêk dihat.”
 
Tu kes nikare pêşî li têkoşîna jinê bigire
 
Berrînê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ew biryarê hem bi hêvî û hem jî bi fikar dipên û wiha dawî lê anî: “Biryar çi dibe bila bibe wê têkoşîna me bidome. Me Peymana Stenbolê bi têkoşînê bi dest xist. Em niha bi têkoşînê dixwazin ji nû ve qezenc bikin. Têkoşîna wekheviyê ya jinan lêgerîna edaletê ya herî berfireh û kevnar e. Kes nikare pêşî li vê bigire.”