14 rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin

  • 21:31 15 Hezîran 2022
  • Rojane
 
AMED - Di nav de 20 rojnameger heyî bi tevahi 22 kesen ku îfadeya wan a li dozgeriyê didome 14 jê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçuk hat berdan.
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 8’ê Hezîranê Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan a Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, nûçegihanê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bulut, Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnamevan Omer Çelîk, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel, Abdurrahman Oncu, Kadîr Bayram, Mehmet Yalçin û her wiha welatiyên bi navê Feynaz Koçûk û Îhsan Ergulen hatibûn binçavkirin. Piştî karûbarên îfadeyê yên li Midûriyeta Polîsan vê sibehê binçavkiriyan birin Edliyeya Amedê û li vir karûbarên îfadegirtina wan didome.
 
Dozger îfadeya edîtorê ajansa MA'yê Azîz Orûç girt. Di îfadeyê de dozger bernameyên televîzyonê yên ku Aziz Orûç amade kirine, zimanê bernameyan û bi vê ve girêdayî pirsên wek “Şer çi ye? Pirsgirêka kurd çi ye?” ji Azîz Orûç pirsîne.
 
Dozger ji Midûra ajansa me Safiye Algaş jî nûçeyên ku wê çêkiriye û naveroka nûçeyan pirs kiriye. Dozger her du rojnamevanan jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir.
 
Pişt re îfadeya edîtora me Gulşen Koçuk hat girtin û daxwaza şertê kontrola edlî kir. Gulşen pişt re hat berdan û hevpîşeyên wê li ber edliyeyê ew pêşwazî kirin.
 
Midûrê Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, rojnamevan Elîf Ungur, Mehmet Şahîn, Neşe Toprak, Esmer Tûnç, Omer Çelîk,  Zeynel Abîdîn Bûlût, Remziye Temel, Suat Doguhan, Lezgîn Akdenîz û Îhsan Ergulen  bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
 
Karûbarên îfadegirtina rojnamevanên din û her du welatiyan berdewam dike.