Ji 4 rojnamegerên sewkî dadgeriyê kirin Gulşen Koçuk hat berdan

  • 16:26 15 Hezîran 2022
  • Rojane
AMED - Dozger ji 20 rojnamevanên binçavkirî 4 rojnamevanan bi bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçuk hat berdan. Karûbarên îfadegirtina rojnamevan û du welatiyên din didome. 
 
Di çarçoveya serdozgeriya Komarê ya Amedê de roja 8’ê hezîranê Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan a Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, nûçegihanê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bulut, Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnamevan Omer Çelîk, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel, Abdurrahman Oncu, Kadîr Bayram, Mehmet Yalçin û her wiha welatiyên bi navê Feynaz Koçûk û Îhsan Ergulen hatibûn binçavkirin. Piştî karûbarên îfadeyên li Midûriyeta Polîsan vê sibehê binçavkiriyan birin Edliyeya Amedê û li vir karûbarên îfadegirtinê didome. 
  
Dozger îfadeyên edîtorê ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç girt û bernameyên televîzyonê ku Azîz Oruç amade dikir, zimanê bernameyan û bi vê re girêdayî pirsen wek “Şer çi ye? Pirsgirêka kurd çi ye?” jê kiriye. 
 
Dozger ji rojnamevan Safiye Alagaş jî nûçeyên çêkiriye û naveroka nûçeyan pirs kiriye.
 
Dozger Safiye Alagaş û Azîz Oruç bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. 
  
Pişt re îfadeya edîtora me ya JINNEWS’ê Gulşen Koçuk hat girtin û daxwaza şertê kontrola edlî kir. Gulşen pişt re hat berdan û hevpîşeyên wê li ber edliyeyê ew pêşwazî kirin. 
  
Dozger ji Midûrê Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş û rojnamevan Elîf Ungur jî bernameyên ku amade dikirin pirs kir û bi daxwaza girtinê wan sewqî dadgehê kir. 
 
Karûbarên îfadegirtina rojnamevanên din û her du welatiyan berdewam dike.