Kongra Star êrişa li hemberî Sinûnê şermezar kir
- 16:01 15 Hezîran 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Kongra Star êrişa li hemberî avahiya Meclisa Gel a navçeya Sinûnê ya Şengalê şermezar kir.
Îro beriya nîvro balafira Bêmirov û biçek a artêşa Tirk bombe li avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê û bazara Sinûnê ya Şengalê barand. Di encama êrişê de zarokekî 12 salî û bapîrê wî hatin qetilkirin. Her wiha zarokek û rojnamegerek jî birîndar bû. Têkildarî mijarê, Koordînasyona Kongra Star îro daxuyaniyek da êriş şermezar kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
Li dîroka faşîzma Osmanî ya bi komkujî û sûcên şer dagirtî, binpêkirinên din zêde dibin. Dewleta Tirk bi tevahî rêbaz û siyasetên zordest li dijî Herêmên Parastina yên Medyayê û qadên têkoşînê dimeşîne. Ev ne êrişa yekemîn e, beriya wê jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk li pêş çavên civaka navneteweyî serdestiya welatên cîran hat binpêkirin.
Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî welatiyan, erka xwe bînin cih."