ÎHD'ê serdana rojnamegeran kir

  • 13:28 15 Hezîran 2022
  • Rojane
 
 
ENQERE - Ji bo piştevaniya bi rojnamegerên di bin çavan de, Hevserokên Şaxa ÎHD’ê yên Enqereyê Sevîl Tûrgût û Fatîn Kanat û endamên MYK’ê Nûray Çevîrmen serdana buroya MA’yê kir. 
 
Hevserokên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Sevîl Tûrgût û Fatîn Kanat û endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, ji bo piştevaniya rojnamegerên 8 roj in di bin çavan de ne serdana buroya Ajansa Mezopotamyayê (MA) a Enqereyê kir. 
 
Di serdanê de bal kişandin ser girîngiya çapemeniya azad û hate diyarkirin ku nûnerên ÎHD’ê wê di her şert û mercî de li cem rojnamegran bin. ÎHD’yiyan xwest ku rojnamevanên îro sewqî edliyeyê hatin kirin demildest bên berdan.