‘Bi rêya dazarê dixwazin çapemeniyê kurd bêdeng bikin'

  • 10:50 15 Hezîran 2022
  • Rojane
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Parêzeran derbarê binçavkirina rojnamegeran de diyar kirin ku hemû xebatên rojnamegeran li ber çavan e û gotin: "Em dikarin bêjin ku ev lêpirsîn astengî li dijî azadiya çapemeniyê û mafê agahîgirtinê pêk hat. Bi rêya darazê dixwazin çapemeniya kurd bêdeng bikin."
 
Di 8’e hezîranê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçûk, edîtorên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnamevan Omer Çelîk, Zeynel Abîdîn Bûlût, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Suat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tûnç, Neşe Toprak, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncû, Remziye Temel, Mehmet Yalçin, Abdurrahman Oncu, Kadîr Bayram û her wiha welatiyên bi navê Îhsan Ergulen û Feynaz Koçûk hatibûn binçavkirin. Piştî 7 rojan kar û barên îfadeya rojnamevanan a li midûriyeta polîsan bi dawî bû. Îro sewqî edliyeyê kirin. 
 
Parêzên rojnamegeran ji ajansa me re axivîn. 
 
Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Dîcle Sumer, diyar kir ku dozgerî derbarê binçavkirina de heta niha agahiyek ne da û got: "Dema binçavkirina rojnamegeran hat dirêjkirin û derbarê vê de jî agahî nedan parêzeran. Bersiv nedan îtîrazên parêzeran. Dest danîn ser meteryalên rojnamegeran. Lê belê li gorî makeqanûnê ya xala 30'yem nikarin dest danîn ser meteryalan. Diyar dike ku makeqanûn hatiye binpêkirin. Ligel nasnameya rojnamegeriyê nasnameya wan a kurdbûnê heye. Bi taybetî jî JINNEWS, di têkoşîna azadiyê de roleke aktîf girtiye. Di eslê xwe de bi weşana xwe li dijî zimanê serdest a mêr têkoşînek dide. Jin li ku be JINNEWS jî li vir e. Gelek caran weşana wan hat astengkirin. Ligel bêderfetiyan jî dîsa nûçeyên xwe çêkirin. Ji ber polîtîkayên dewletê yên li hemberî jinê rojnamegerên jin hatin binçavkirin."
 
Agahiyê nadin parêzeran
 
Ji Baroya Amedê parêzer Semra Balyan jî bal kişand ser agahî nedayîna dozgeriyê û got: "Tenê biryara dirêjkirina binçavkirina hevalên me hat destê me. Erê, di dosyayê de biryara nepenîtiyê heye, lê belgeyên bi vî rengî bi rastî di biryara nepenîtiyê de cih nagirin. Ji destpêka lêpirsînê ve polîs xwedî helwesteke wiha bû. Belgeyên ku pêwîste bên parvekirin jî nehatine parvekirin. Helbet di vê mijarê de ger biryar neyên girtin, li dijî binpêkirinên mafan ên di çarçoveya mafê darizandina adil de rêyên bi bandor tên astengkirin. Ji destpêkê ve pêvajoyeke lêpirsîn û binçavkirinê bi vî rengî tê meşandin."
 
'Heman kevneşopiyê didominin'
 
Semra, da zanîn ku li bi rêya medyayê me zanî ku bi hinceta çi hatine binçavkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo me ne sosret e ku lêpirsînek wiha ji rojnamegeran re tê kirin. Em dizanin ku li Tirkiyeyê astengkirina azadiya çapemeniyê û bi taybetî jî zextên li ser rojnamegerên kurd bi salan e didome û di van salên dawî de her ku diçe zêde dibe. Xuya ye ku ev kevneşopî bi awayê xwe yê îro jî didome. Em dibînin ku dîroka lêpirsînê ya sala 2022’yan e. Bi qasî ku ji biryara dirêjkirinê tê dîtin, li ser hin nûçe û bernameyan îdiayên wekî 'li ser navê rêxistina terorê tevgerîn, sûc kirine û endamê rêxistinê ne' tên kirin."
 
'Ji azadiya xwe bêpar mane' 
 
Parêzer Semra di axaftina xwe de wiha bal kişand ser biryarên Dadgeha Mafên Mirova a Ewropayê (DMME): "DMME bi taybetî balê dikişîne ser azadiya çapemeniyê. Ew bi wê yekê nîşan dike ku ev qadeke azadiyê ye ku divê weke şêweyekî azadiya û di çarçoveya parastina berjewendiyên civaka demokratîk de bê parastin. Bi taybetî di raporên saziyên navneteweyî yên ku di warê azadiya çapemeniyê de dixebitin pêşkêşî dosyayên li ber DMME'ê kirine, raporên saziyên ku weke çavdêr beşdar bûne û raporên komîseriya mafên mirovan hatine ragihandin. Hate diyarkirin ku qanûnên "dijî terorê" yên li ser medyayê li Tirkiyeyê wek hêmaneke cezakirinê tê bikaranîn. Bi vê yekê re azadiya çapemeniyê rastî astengiyan tê û rewşa çêkirina hin naverokê bi awayê ragihandin û rexnekirina karên hikûmetê bi awayekî berfireh tê şîrovekirin û wek sûcê li ser navê rêxistinê hatiye kirin mijara lêpirsînê ye. Mixabin em dibînin ku rojnamevan demeke dirêj ji azadiya xwe bêpar mane û ji bo demên dirêj tên cezakirin."
 
'Xebatên çapemeniyê tên krîmînalîzekirin' 
 
Semra, di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand polîtîkayên zextan a li hemberî rojnamegeran: "Bi taybetî jî li hemberî rojnamegerên kurd demek dirêje zextek heye. Di demên dawiyê de cara yekem 20 rojnameger tên binçavkirin. Par li Wanê 4 rojnamegerên ku nûçeya 2 welatiyên ku ji helîkopterê hatin avêtin çêkiribûn hatin girtin û piştre bereat kirin. Di darizandina rojnamegeran de heman biryar derdikevin. Ji ber ku karê rojnamegeriyê dikin. Sûcên ku îdiadikin wek delîl nîşan didin. JINNEWS û Ajansa Mezopotamyayê (MA), hemû nûçeyên xwe bi berpirsiyariya rojnamegeriyê de çêkirine û ji raya giştî re parvekirine. Xebatên ku tên krîmînalîzekirin tê wateya astengkirina azadiya rojnamegeran. Lêpirsîna ku li hemberî rojnamegeran hatî kirin tê wateya mudaxalekirina mafê agahîgirtinê. Bi wan rêbazan dixwazin çapemeniya kurd bi rêya darazê bêdeng bikin."