Dozgeriyê dest bi girtina îfadeyên rojnamegeran kir

  • 10:30 15 Hezîran 2022
  • Rojane

AMED - 20 jê rojnameger 22 kesên 8 roj in li Amedê di bin çavan de tên ragirtin, sewqî edliyeyê hatibûn kirin. Dozgeriyê dest girtina îfadeyên rojnamegeran kir.

Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç di nav de 20 jê rojnameger 22 kes ji 8’ê Hezîranê ve di bin çavan de ne. 22 kesên 8 roj in di bin çavan de ne sewqî edliyeyê hatin kirin.
 
22 kesên  8 roj bûn li Miduriyeta Polîsan a Amedê dihatin ragirtin, di girtina îfadeyan a miduriyetê de mafê xwe yê neaxaftinê bikaranîn. Hate hînbûn ku dozgeriyê dest bi girtina îfadeyên 22 kesên îro di saetên serê sibê de sewqî edliyeyê hatibûn kirin, kiriye.
 
Navên 20 jê rojnamevan 22 kesên di bin çavan de wiha ne: Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, Midûrê Karên Nivîsan a Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş,  edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, nûçegihanê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bulut, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnamevan Omer Çelîk, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel, Abdurrahman Oncu, Kadîr Bayram, Mehmet Yalçin û Îhsan Ergulen.