Berxwedana 42 salan

  • 09:35 15 Hezîran 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Fadîle Malgaz a ku ji ber zilma dewletê 3 caran koçber bûye destnîşan kir ku ew 42 sal in di bin zilma dewletê de ne û got: "Dewletê xaniyên me hilweşand, şewitand, îşkence kir lê çi kirin nekirin dîsa jî me dev ji doz û dawa xwe berneda."
 
Çend bajar, navçe û gund cuda bin jî serpêhatiyên gelek kurdan wek hev in. Kurdên ku ji ber nasname û hebûna xwe her dim bi zilm û zextan re rûbirû maye çîrokên berxwedanê jî nivîsandine. Yek jî wan malbatan, malbata Fadîle Malgaz e. Fadîle 58 salî ye û niha li navçeya Hezexê ya Şirnexê dijî û dayika 7 zarokan e. 
 
Ferzkirina cerdevaniyê...
 
Fadîle, bi eslê xwe ji gundê Sahonê ya girêdayî navçeya Perwariya Sêrtê ye. Fadîleya ku dema dibe 12 salî tê zewicandin û li gundê Çemê Karî ya Perwariyê bi cîh dibe. Jiyana wê ya di nav malê her bi zor û zehmetiyan derbas dibe. Di vê demê de li her derê cerdevanî li kurdan dihat ferzkirin. Malbata Fadîle jî bi heman zilmê re rûbirû man û xaniyên wan tê şewitandin. 
 
Zilma 42 salan 
 
Fadîle wiha behsa wan dema kir: "Me cerdevanî qebûl nekir. Me her cure zilm dît. 42 sal in em zilma dewletê re rûbirû ne. Di îşkenceyê de 7 diranê tiyê min şikandin, li ser berfê îşkence li zarokên wan kirin. Her wiha hemû pezên me şerjê kirin. Xaniyên me hilweşandin. Me berê xwe da Cizîrê li vir jî 2 tiyê min hatin girtin. Carek din ji ber zilmê me berê xwe da Hezexê û em li vir bi cih bûn." 
 
'Kurê min li dijî zilmê tevlî têkoşînê bû'
 
Kurê Fadileyê Nîhat Malgaz tevlî Têkoşîna Azadiyê dibe û di 2’yê hezîrana 2016’an de li Hezexê jiyana xwe ji dest dide, piştre dîsa zilma dewletê li hemberî malbatê didome. Fadîle wiha behsa kurê xwe kir: "Di pêvajoya qedexeya derketina derve de polîsan her tim bi ser malê me de digirt. Kurê min Nihat ji ber zilma dewletê tevlî PKK’ê bû û di 2’yê hezîrana 2016’an de şehîd ket. Ji bo ez cenazeyê kurê xwe bigirim ez çûm 3 bajaran û herî dawiyê min cenateyê kurê xwe girt. Piştî şehîdbûna kurê min, dewlet dîsa li pey me bû. Carek din xaniyên me şewidandin, tiştek me nehiştin. Dixwestin ku me ji vir derkevin û biçin. Lê belê me dîsa xaniyên ku hatî şewitandin carek din çêkir. 
 
'Em ê li pey doza xwe bin' 
 
Fadîleya ku hêj di biçûktiya xwe de bi zilma dewletê re rûbirû maye tu carî dev jî berxwedanê bernedaye. Fadilê wiha hest û ramanê xwe tîne ziman: "Di wan pevajoyan de bi her awayî em perîşan bûn. Li dijî zilm û zordestiyê me tim li ber xwe de me têkoşîna xwe domand. Kurê min di vê rêyê de şehîd ket. Em pê serbilindin. Heya ku em sax bin em ê li pey doza wan bin. Xwedê ji zalim û bêbextan re nehêlîne."
 
'Em êrişan şermezar dikin'
 
Fadîle di axaftina xwe de bal kişand ser êrişên ku pêk tên û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em êrişên ku bi hevkariya PDK'ê pêk tê şermezar dikin. Ez bang li Barzanî û pêşmergeyan dikim. Tirk çav berdeya cih û warê we! Her wiha bila nebêjin em ê kurdan diqedînin, kurd naqedin."