ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2022'YAN

  • 09:00 15 Hezîran 2022
  • Rojev
 
*Dîrektora  Unîte the Unîon ku sendîkaya herî mezin a Îngîlîstanê ye Clare Baker got Tirkiye ji ber ji fikrên Abdullah Ocalan ditirse tecrîdê giran dike û divê êrîşên leşkerî bi dawî bibin. Clara wiha vegot: “ Tirkiye dewletek NATO’yê ye û welatan dagir dike. Li van welatan qirkirinê dike. Em bang dikin ku vê terorê rawestînin û dest bi muzakereyan bikin.” DÎMEN HEYE
 
* Îdîl Ugurlu da zanîn ku di meşên Gemlîk û Kadikoyê de ku azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye xwestin de gavek hatiye avêtin û got Meşa Gemlîkê îfadeya îradeya gel e. DÎMEN HEYE
 
*Têkildarî kar û xebatên jinê ya Sazî û Dezgehên Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hevseroka Desteya Jinê ya Herêma Firatê Cîhan Derwîş wiha got:"Di qada giştî de, jinan sazî û rêxistinên xwe yên taybet weke Kongreya Star, Mala Jinan, Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinê, Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), HPC-Jin, Hîlala Zêrîn, Yekîtiya Jinên Ciwan, ekademî, navenda lêkolînên Jineolojiyê û Meclîsa Jinên Sûriyeyê ava kirin. Her wiha di nava saziyên civaka sivîl de, partiyên siyasî, qada tenduristî, çandî, civakî, leşkerî, perwerde, diplomasî û hwd. xweserî û hebûna xwe diparêzin." DÎMEN HEYE
 
*Fadîle Malgaz a ku ji ber zilma dewletê 3 caran koçber bûye destnîşan kir ku ew 42 sal in di bin zilma dewletê de ne û got: "Dewletê xaniyên me hilweşand, şewitand, îşkence kir lê çi kirin nekirin dîsa jî me dev ji doz û dawa xwe berneda." DÎMEN HEYE
 
*Dayika endama YJA-Star'ê Sûzan Yaman (Avînar Edessa) a di sala 2014'an de jiyana xwe ji dest da Hatîce Yaman wiha got:"Ez û Sûzan wek du hevalan bûn. Ez ê li dû şopa keça xwe bim."  DÎMEN HEYE
 
*Rêvebera Şaxa ÇHD'ê ya Stenbolê Meral Hanbayat a yek ji 775 parêzerên ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên li Îmraliyê serlêdan kiribû wiha got:"Li ber çavên me tecrîdeke 23 sal in didome heye. Ji bo em vê tecrîda giran ji holê rakin divê hemû raya giştî ya demokratîk bi hev re têbikoşe. Ne tenê parêzer." DÎMEN HEYE