Cenazeyê Kezbanê li Cizîrê hat definkirin

  • 08:46 15 Hezîran 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Cenazeyê zaroka bi navê Kezban Sakcak a 15 salî ku bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû, li Cizîrê hat definkirin. 
 
Zaroka bi navê Kezban Sakcak a 15 salî tevî malbata xwe, ji bo karê demsalî ji Cizîrê çûbû Bûrsayê. Kezban, ev du hefte ye bi awayekî guman winda bûbû. Duh cenazeyê Kezbanê li ber Gola Ûlûbatê ya navçeya Karacabeyê hate dîtin û ji bo kar û barên otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Bûrsayê. Piştî otopsiye cenazeyê Kezbanê anîn navçeya Cizîrê ya Şirnexê. Hat zanîn ku cenazeyê wê li Goristanê Asrî ya Cizîrê hat definkirin.