Karê îfadegirtinê yê rojnamegeran hat destpêkirin

  • 16:25 14 Hezîran 2022
  • Rojane
AMED - Karê îfadegirtinê yê 22 kesên ku 20 ji wan rojnameger in û di 8'ê Hezîranê de li Amedê hatibûn binçavkırın li muduriyeta polisan a Amedê dest pê kir.
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hat destpêkirin di 8'ê Heziranê de di nav de Mudura Karên nivîsê ya  Ajansa me Safiye Alagaş ü editora me Gulşen Koçuk û Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Serdar Altan jî heye 20 jê rojnameger 22 kes hatıbün binçavkirin. Piştî 7 rojên di bin çavan de karê îfadegirtinê yê rojnamegerên ku lı Muduriyeta Amedê tên girtin hat destpêkirin. 
 
Li gel ku biryara sinordarkirinê ya li ser dosyaya rojnamegeran berdewam dike, parêzrên wan ragihandin ku karê rojnamegeran ê îfadegirtinê tê destpêkirin. Lı ser  ragihandina ku hat kirin parêzer çûn muduriyeta emniyetê.