Ji bo EFJ'yê cara yekem serokek jin hat hilbijartin

  • 15:13 14 Hezîran 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Di lijneya giştî ya EFJ'ê de cara yekem serokeke jin hat hilbijartin. 
 
Federasyona Rojnamevanan a Ewropayê (EFC), Civata Giştî ya 12'emîn li Fabrîkaya Havagazi ya Dîrokî ya Îzmîrê li dar xist. Civata ku ev du roj bû didomiya îro bi hilbijartinê bi dawî bû. Civatê bi dengdayîna pêşniyazan dest pê kir. 
 
Berteka li dijî binçavkirina rojnamegeran
 
Endamê Rêveberiya Basin Îşê ya girêdayî DÎSK’ê Alî Ergîn Demîrhan di Civatê de axivî û bal kişand ser rewşa 20 rojnamevanên di 8’ê Hezîranê de li Amedê hatin binçavkirin û wiha got: “Tirkiye dikeve pêvajoyek nû ya hilbijartinê. Beriya her bijartinê li dijî kurdan zext dest pê dikin. Kêliya ku balafirên şer rabûn sansûrê jî dest pê kir. Her wiha bi vê qanûna dawî ku anîn re bi vê sansûrê dixwazin zextan rewa bikin. Em li dijî van zextan, binçavkirinan û sansûrê li benda piştevaniyê ne.” 
 
Pêşniyaza piştevaniyê ya Alî Ergîn bi piraniya dengan hat qebûlkirin. 
 
Ji bo EFJ'yê cara yekem serokek jin hat hilbijartin
 
Ji bo rêveberiyê hilbijartin pêk hat, di hilbijartinê de rojnamevana ji Hirvatistanê Maja Sever bi ser ket. Maja Sever bû yekemîn seroka jin a EFJ’ê. Rojnamevan Mustafa Kulelî jî ji Tirkiyeyê bi 77 dengan ji bo Cîgiriya Serokatiya EFJ’ê hat bijartin.