ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2022'YAN

  • 09:00 14 Hezîran 2022
  • Rojev
 
*Havahan Ataman ku ji sala 2017’an ve nikare cenzeyê keça xwe Elîf Ataman a ku li Bestayê jiyana xwe ji dest daye bigire, got, “Zarokên me îro axa Barzanî jî diparêzin, lê xiyanetê li wan dike. Xiyanetê li axa xwe dike." DÎMEN HEYE
 
*Seroka ÎGC'ê Dîlek Gappî da zanîn ku binçavkirina rojnamegeran tê wateya heqereta li pîşeyê û wiha vegot: “Azadiya çepemeniyê azadiya mafê girtina nûçeyan e. Ne tenê rojnamger hun li ser gel jî tehdîdek mezin diafirînin.” DÎMEN HEYE
 
*Li zozana Berkanîka ya girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê bêrîvanên ku bi salane pez xwedî dikin ji ber polîtîkayên şer ê hikûmetê êdî keda destê xwe nastînin û keda wan tê binpêkirin. Bêrîvanên ku ji vê rewşê ne razîne gotin: Berê qîmeta pez hebû. Berê me ji pez sûd digirt. Lê niha tu feyda pez ji me re tune ye. Her tiştek biha bûye, tu xweşiya tiştekî nema ye. Her roj mazot buha dibe. Êdî mirov nikare debara xwe bike. Yek ji sedema aloziyan û xizaniyê kirinên hikûmetê ne."  DÎMEN HEYE
 
* Dayika Fatma Uyar ku di 4’ê Çilêya 2016’an de di qedexeya derketina derve de hate qetîl kirin Hatîce Uyar, destnîşan kir ku li dijî kurdan bêtehamûliyekd mezin heye û li dijî êrîşan banga mezinkirina têkoşîn û yekitiyê kir. DİMEN HEYE
 
*Seroka Navenda Mafê Jinan a Baroya Stenbolê parêzer Şukran Eroglu da zanîn ku divê Dadgeha Bilind der barê vekişîna Peymana Stenbolê de biryara betalkirinê bide yan jî wê serî li DMME’ê bidin û got ew dest ji peymanê bernadin. DİMEN HEYE
 
*Sekretera Giştî ya OHD’ê Rengîn Ergul destnîşan kir ku biryara ‘Ocalan-2’ ev 8 sal in pêk nayê û wiha vegot: “Birêz Abdullah Ocalan û tevgera Azadiya Kurd her tim di aştiyê de bi israr bûn. Pêkhatina aştiyê bi azadiya Birêz Ocalan pêkan e.” DİMEN HEYE
 
*Dayika Husna Ataman a ku 4 sal in kurê xwe yê girtî nabîne tenê daxwaza wê ew e ku kurê xwe bibîne û got:" Min pir bêriya kurê xwe kiriye. Piştî ku min kurê xwe dît şûnde ez bimirim." DİMEN HEYE