Koma Xebatê ya Jinê: Em vê rêbazê qebûl nakin

  • 13:28 8 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Koma Xebatê ya Jinê ya TMMOB'ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser zêdebûna qetilkirina jinan, destnîşan kir ku ew ê jiyana xwe biparêzin û ji bo vê têbikoşin û got, "Em li vir in, em vê rêbazê qebûl nakin." 
 
Koma Xebatê ya Jinê ya Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) têkildarî qetilkirina jinan ku zêde dibe bi sernavê , "Em li vir in. Em vê rêbazê qebûl nakin.” Daxuyaniya nivîskî weşand. 
 
'Qirkirina jinan ne ji rêzê ye'
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em bi êş û hêrsa xwişkên xwe yên dawiya vê hefteyê li ber çavan hatin qetilkirin, bang dikin. Em baş dizanin ku kuştina jinan ne tenê bûyereke ji rêzê ye. Her yek ji van kuştinan siyasî ye û li pişt wan ev fermana paşverû a dijminên jinan ya baviksalar heye."
 
'Hikûmet keda me îstîsmar dike'
 
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser polîtîkayên hikûmetê yên li hemberî jinan û wiha hat gotin: “Hikûmeta siyasî bi polîtîkayên xwe yên olî yên paşverû dixwaze krîzên piralî yên ku civak tê re derbas dibe bitepisîne. Ji ber ku hêza xwe ya rêvebirina welat winda dike, bi van polîtîkayan li her qada ku xwe lê asê dibîne, hewl dide xwe li civakê, bi taybetî jî li ser me jinan li ser piyan bigire. Mafên me binpê dike, me ji jiyana xebatê derdixe, keda me îstîsmar dike, deng, gotinên me, şahiya me û ya herî girîng jî jiyana me ji me distîne. Bi qanûnên ku çêkiriye, kesên ku me qetil kirine cezayê kêm li wan dibire û banga komkujiyên nû dike." 
 
'Em xwedî li jiyana xwe derdikevin'
 
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di serdema desthilatdariya AKP'ê ya 22 salan de gelek jin hatin qetilkirin û wiha hat gotin: "Em v qebûl nakin. Em ji nêz ve vê pergala qirker nas dikin. Ev welat ne welatê wan kesên ku em qetil kirin, keda me îstismar kirin û ya kesên bi parastina wan beşdarî sûc bûn e. Ev welat welatê me ye. Em bi israr jiyana xwe û welatê xwe yê ku bûye goristana jinan diparêzin.  Em jin dê dengê xwe bidin hev û ji bo pêşerojeke wekhev, azad û bê îstîsmar ku her jin û her zarokek bê tirs bijî, bê tirs têkoşîna xwe bidomînin."
 
'Hem ê hesap bipirsin'
 
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Em dizanin ku jiyana ku em bi destên xwe ava dikin ku dinya dor û ber dike, dê bi ser vê pergala tarî bikeve Li dijî îstîsmar, tacîz, destavêtin û şîdeta li ser jinê em ê weke jin û mêr mil bi mil li her qadên jiyanê têkoşîna xwe bidomînin."