Banga ji tora Enternasyonal: Rojnamevanên kurd berdin!

  • 16:03 13 Hezîran 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tora hevgirtinê ya Enternasyonal ji bo rojnamevanên hatine binçavkirin peyama piştevaniyê parve kir.
 
Tora hevgirtinê ya Enternasyonal ji bo rojnamevanên di 8’ê Hezîranê de li Amedê hatin binçavkirin li ser medyaya dîjîtal peyama piştevaniyê parve kirin. Di nava torê de Union Syndicale Solidaires û Sendîkaya Rojnamevanên Navneteweyî gotin em piştgiriyê didin  Rojnamevanên Kurd û gotin pêwîst e demildest rojnamevan werin berdan.
 
Peyama hatiye parvekirin wiha ye;
 
“Hinek ji navên rojnamevanên hatine binçavkirin wiha ne: Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firadê (DFG) Serdar Altan, Midura ajansa Jinnewsê Safiye Alagaş, edîtora Jinnewsê Gulşen Kocuk, edîtorê ajansa Mezopotamyayê Azîz Oruç û Omer Çelîk, Suat Doguhan, Ramazan Geçiken, Esmer Turnç, Neşe Toprak, Zeynel Abidin Bulut, Mazlum Dogan Guler, Mehmet Şahin, Elif Ungur, Îbrahim Koyuncu, Remziye Temel, Mehmet Yalçin û Abdurrahman Oncu ye.
 
Bi taybetî jî bi ser ajansa jinan Jinnewsê de hate girtin û gelek amûrên wan hatin desteserkirin. Rejîma Erdogan careke din xwest bi êrişan beşa muhalif a ku sûcên wan erê nakin bêdeng bike. Em weke hempîşeyên rojnamevanên hatine binçavkirin, Union Syndicale Solidaires û Sendîkaya Rojnamevanên Navneteweyî li gel rojnamevanên kurd in û em ji bo rojnameger demildest werin berdan bang dikin.
 
Ji bo rojnamevanên kurd ên hatine binçavkirin piştgirî!
 
Rojnamevanî ne sûce!"