Daxuyaniya konferansa PENa Kurd a bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî

  • 12:19 13 Hezîran 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda PENa Kurd bi armanca ku “Bila Zimanê Kurdî li Tirkiyeyê Bibe Zimanê Fermî û yê Perwerdehiyê” dest bi xebatek berfireh kiriye. Di çarçoveya vê xebatê de li Swêdê konferans hat lidarxistin. Piştî konferansê PENa Kurd daxuyanî belav kir. 
 
Navenda PENa Kurd ji bo balê bikşîne ser zimanê kurdî xebateke berfireh da destpêkirin. Di çarçoveya vê xebatê de PENa Kurd/Komîteya Swêd, bi beşdariya gelek rêxistinên kurdan ên li Swêdê îro li Stockholmê konferansek li dar xist. Piştî konferansê PENa Kurd daxwazên ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û xebatên xwe bi daxuyaniyekê eşkere kir. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Navenda PENa Kurd ku şaxek ji PENa Navnetewî ye, bi armanca ku “Bela Zimanê Kurdî li Tirkiyê, Îran û Sûriye Bibe Zimanê Fermî û yê Perwerdehiyê” dest bi xebatek berfireh kiriye. Nifûsa herî zêde ya Kurdan li bakurê Kurdistan û li Tirkiyê ye, loma pêşî wê giranî têkeve ser dosyeya Tirkiyê. Ji ber ku Kongreya 88emîn ya PENa Navneteweyî di dawiya Îlonê de wê li Uppsala çêbibe, PENa Kurd xwest vê tevgerê ji Swêdê dest pê bike; bi gelek saziyan re têkiliya deyne û bi bingeheke xurt vê mijarê veguhêze rojeva Kongreya PENa Navnetewî. 
 
Ji bo berî kongreyê bi rêxistinên Kurdan û yê Swêd yê pêwendîdar re hevdîtinan bikin û hevkariyekê saz bikin, Komîteya Swêd a Navenda PENa Kurd wê civîn, semîner û konferansa li dar bixe, da ku bi yekîtiyeke netewî û bi destekek xurt ya navnetewî ev tevger bê meşandin. Ji aliyê din ve, di Temmûza 2023yan de sed salên Peymana Lozan diqede, ya ku Kurdistan perçe kir; loma di têkilî û civînên xwe de em ê balê bikşînin ser û vê peymanê jî têxin gengeşiyê. 
 
Navenda PENa Kurd, ji bo di civîna Komîteya Mafê Ziman û Wergerê û di Kongreya 88emîn ya PENa Navnetewî de karibe rewşa zimanê Kurdî raxe ber çavan û destekê bixwaze, serî li PENa Navnetewî da û amadekariyên xwe yên ji bo beşdariyê didomîne. Di kongreyê de wê bê xwestin ku komîteyek bê avakirin da ku bibe alîkar di danûstendina navnetewî de ya ji bo vê xebatê. Piştî kongreyê, em ê mijarê bibin parlamentoyên dewleta û alîkariya wan bixwazin. Piştî van gavan em ê mijarê bibin sazî û mehkemeyên navnetewî yê pêwendîdar.
 
Wek destpêk Komîteya Swêd, li Stokholmê(di 11.06.2022yan de), bi alîkariya Komela Kurdî Kulturî-Borlänge û ABF/Stockholm, bi beşdariya sazî û kesayetiyên li jêr konferansek pêk anî. Ev sazî û kesayet piştgirî dane vê xebatê û di vê konferansê de, mijarên cur be cur yê bi zimanê Kurdî ve girêdayî  pêşkeş kirin. Bi demê re em ê têkiliyên xwe berfireh bikin û hewl bidin bi destekek xurt em bigihîjin armanca xwe. Bi hêviya serkeftinê. 
 
Sazî û kesayetên beşdar û mijarên axaftvanan:
 
*Peyama Navenda PENa Kurd/Dilşa Yûsif, Seroka Komîteya Jinên Nivîskar ya PENa Kurd
 
“Girîngiya Ziman, Çand û Dîroka Kurdan”
 
* Gewran Goyî/Rêvebirê Pedagojî&Lêkolînerê Perwerdê /Zanîngeha Turku, Finlanda
 
“Zimanê Mîrasê, Perwerda Zimanê Mîrasê, Perwerda Zimanê Kurdî di Çarçoveya Mîrasê de”
 
* Instutîta Kurdî Li Stockholmê / Mîrhem Yigît / “Xebatên Instutîyê û Zimanê Fermî”
 
*Weşanxaneya Apec/ Alî Çiftçî/ “Danasîn û Berhemên Weşanxaneyê” 
 
* Komeleya Mamosteyên Kurdî li Swêdê/ Azad Josef Erdem
 
“Rewşa Perwerdehiya Kurdî Li Swêdê” 
 
* Heyder Diljen/ Weşanxaneya Diljen
 
“Li Swêdê Pirtûkên Kurdî Yên Dersê û Weşanxaneya Diljen”
 
* Hakî Balta/Weşanxaneya Kurdped / “Weşangerî û Ziman” 
 
* NCDK – Swêd / “Danasîn û Xebatên li Ser Ziman û Çandê”
 
*Firat Cewerî/ Nivîskar û Wergêr / “Zehmetiyên Nivîskariya Bi Kurdî” 
 
* Weşanxaneya Kîtabî Erzan/Namo Alî Mûradî / “Danasîn û Berhemên Weşanxaneyê”
 
* Şewket Amîdî "Weşanxaneya Sîlav, Berhem û Xebatên ji bo Pêşxistina Zimanê Kurdî".
 
Navenda PENa Kurd/Komîteya Swêdê 
 
Stockholm"