ROJEVA 13'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN

  • 09:00 13 Hezîran 2022
  • Rojev
*Seroka Komeleya Jinan a Lûbnanê Buşra Elî, diyar kir ku li hemberî ereb û gelên din xetereyek mezin heye û got: “Jixwe liv û tevgerên dîplomasiyê ku bi Moskowa û Washingtonê ve têne kirin rasteqîn dike ku planên berfireh ji bo herêmê hene. Ev êriş bi pêjirandina hêzên navdewletî ve wekî Rusya û heta Îsraîlê ve tê pêjirandin. Lewma êrişên li dijî kurdan siyaset û polîtîkayek navdewletî ye.” BI DÎMEN 
 
* Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Çîçek Cengîn, êrîş û ambargoya li ser Mexmûrê şermezar kir û bal kişand ser helwesta NY'ê ku wargeh di bin sîwana wê de ye. Çîçekê wiha got, “Wargeh di bin sîwana NY'ê de ye û tu gavan navêje. Her wiha ev êrîş hemû di bin çavderiya wê de tên kirin. Ev jî diyar dike ku NY erk û berpirsiyariya xwe bi cih nîne."  DÎMEN HEYE
 
*Li ser navê Baroya Îzmîrê Perîhan Kayadele ku wê di 4’emîn runiştina ji bo betalkirina feshkirina Peymana Stenbolê parastinê bike,diyar kir ku wê di runiştinê de diyar bikin ku biryara feshkirina peymanê biryarek siyasî ye û divê biryarek hiqûqî bê dayîn. Perîhanê bi lêv kir ku encam çi dibe bila bibe wê têkoşîna jinê bi ser keve. DÎMEN HEYE
 
*Jinên Amedî yên ku bertek nîşanî binçavkirina rojnamgeran dan, diyar kirin ku divê rojnameger azad bikaribin fikir û ramanên xwe bînin ziman û xwestin ku rojnameger demildest serbes bên berdan.  DÎMEN HEYE